Yekîneya li Sûrê xaniyek rûxand: Pardon Şaşî çêbû!

AMED - Li Sûrê koma rûxandinê îmze avêt bin skandalekê. Yekîneya rûxandinê mala malbata Ayata ku ji ferdên malbatê yek jê berasteng û yek jê jî nexweşê pişikê ye rûxand û paşê ji birayên Ayata re got "Pardon!".

Rûxandina li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê didome. Welatiyên ku malên wan di çarçoveya rûxandinê de ne ji bo pêşniyarên madî wiha bertekê nîşan didin: "Bila av û ceryana me nebirin, bila malên me nerûxînin em tu alîkariyeke madî naxwazin."

‘9 ROJ E AVA 7 KUÇEYAN TUNE YE'

Li taxê heta niha di çarçoveya rûxandinê de gelek mal hatine rûxandin û malên ku bi gefa rûxandinê re rû bi rû ne jî, bê ceryan û av hatine hiştin. Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê ev 9 roj in ceryan û ava kuçeyên Simar, Guneş, Çeşme, Talu, 1. Çikmaz, 2. Çikmaz û 3. Çikmazê tune ye. Welatiyên ku malên xwe naterikînin wiha bertek nîşan didin: "Ma qey li vî welatî kes me nabihîse?"

KOMA RÛXANDINÊ BI ŞAŞÎ MAL RÛXAND!

Yekîneya rûxandinê ku ji meha Hezîranê ve li her du taxan malan dirûxîne, vê carê îmze avêt bin bûyereke skandalî. Li Kuçeya Sîmarê ya Taxa Lalebeyê mala Jimare 8'an a malbata Ayatayê bi ser serê wan de rûxand. Koma rûxandinê bêyî tevdîran bigire mala bi ya malbata Ayata ve rûxand û di dema rûxandinê de mala Ayata jî hat rûxandin. Koma rûxandinê ku xaniyê malbata Ayata ku ji ferdên malbatê yek jê berasteng û yê din jî nexweşê pişikê ye rûxand, ji malbatê re wiha got: "Pardon! Me nizanibû dîwarê herdu malan yek e."

Melek Ayata ya berasteng û birayê wê Recep Ayata yê nexweşê pişikê, 23 sal berê bavê xwe û 8 meh berê jî diya xwe winda kirine. Ji ber berastengî û nexweşînên xwe her du xwişk û bira nikarin bixebitin. Şêniyên taxê bertek nîşanî rûxandina malbata Ayata dan û wiha gotin: "Eşyayên wan di malê de ne û tên malê dirûxînin. Ev tê wateya qesda canê mirovan. Çavsorî bûne. Hêlîna çivîkekê nayê xerakirin. Dema mirov di mala xwe de bûn kemçe rûxandin. Xwedê vê zilmê qebûl neke."