Hiqûqnas: Li Tirkiye ne pêkan e mirov behsa hiqûqê bike

ÎZMÎR - Hiqûqnasên ku nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ziyaret kirin diyar kirin ku li Tirkiye ne pêkan e mirov behsa hiqûqê bike.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Qada Gundogdu diroja 6'emîn de berdewam dike. Hiqûqnasên ku nezîbê xwe ji bê hiqûqiyê girtine û hatin nobet ziyaret kirin diyar kirin ku li Tirkiye hiquq tune ye.

Hevnûnera Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) ya Îzmirê Fatma Demirer, anî ziman ku dema tenê mijara edaletê li gorî Herêma Egeyê binirxînin di 6 mehên dawî de zêdeyî 700 mirov hatin binçavkirin û bi sedan hatin girtin. Demirer, anî ziman ku piraniyên hatin girtin ji ber fikrên xwe anîn ziman hatin girtin û wiha gotin: "Em dibînin ku heq, hiqûq li dijî mirovên kurd, muxalif, sosyalist, demokrat nakeve meriyetê. Di pratîkê de hiqûq ji siyasetê ne serbixwe ye. Her dem îktîdara siyasî ji bo xwe biparêze hiqûqê ji bo xwe dike mertal. Ne netê milê parastinê, di heman demê de milê darizandinê jî di bin zexta îktidara siyasi de ye. Em dizanin ku dozgerên demokrat yên li gorî daxwaza îktîdarê biryar nadin tên sirgûnkirin. Ne pêkan e mirov li Tirkiye behsa heq û edaletê bike."

'DIXWAZIN PARASTINA POLÎTÎK TUNE BIKIN'

Demîrer bal kişand ser astengkirina parastina parêzerên ku li dosyayên siyasî dinerin û wiha got: "Hiqûqa cezayê dijminantiyê li ser kurdan xistine meriyetê. Ev pêşnûma helwestek li dijî parêzerên di hiqûqa ceza de parastina polîtîk û çalak dikin dikeve meriyetê. Dixwazin di maqama parêzeriyê de jî ve yekê bi sînor bikin. Dixwazin tarza porêzeriya polîtîk ji holê rakin. Di serdema lêpirsînê de jî destûr nadin ku parêzer xwe bigînin dosyaya wan û parêzeran ji dosyayê dûr dixin û mafê parastinê binpê dikin. Di vir de li dijî vê pêşnûnamê erk û berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê baroyan. Divê helwest û bertekek tund nîşan bidin. Em bi dijî vê yekê bêdeng namînin. "

'LI TIRKIYE EDALETA RASTÎN TUNE YE'

Ji parêzerê OHD'ê Prz. Mecit Yildirim jî anî ziman ku têgeha edaletê ji serdema avakirina komare heta niha rast cihê xwe nedîtiye û mirov nikare li Tirkiye behsa edaleta rastîn bike. Yildirim, destnîşan kir ku îktîdar hiqûqê ji bo xwe wekî mertalê hêzê dixe meriyetê. Bi Dadgehên Îstiklalê dest pê kir û bi dadgehên DGM, Dadgehên Rayeya Taybet, hiqûq li gorî îktîdarê hat sazkirin. Ne pêkan e mirov li Tirkiye behsa hiqûqa rastîn bike."

'DIXWAZIN KESÊN MUXALÎF BÊ PARÊZER BIHÊLIN'


Yildirim destnîşan kir ku bi vê pêşnûnamyê dixwazin kesên muxalif bê parêzer û parastin bihêlin û divê ev yek neyê qebûlkirin.