Nobeta li Qada Gundogduyê îro bi dawî dibe

ÎZMÎR - Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Qada Gundogduyê îro bi dawî dibe. Bi lêdana rojê re wekîlên HDP'ê ji xewê şiyar bûn û dest bi paqijiya derûdorê kirin.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê hatibû destpêkirin, îro bi dawî dibe. Piştî bi şev çalakiya dengderxistinê bi dawî bû, wekîlên HDP'ê û kesên hatibûn serdanê, hin nîqaşên siyasî meşandin û pêşniyar hatin kirin. Wekîl di saetên serê sibehê de şiyar bûn, qada ku lê mabûn paqij kirin û dest bi werzîşê kirin. Piştre ji bo mêvanên dawî taştê hat amadekirin.

Nobet, îro dê piştî ziyaretan bi dawî bibe.