Kemalbay: Têkoşîna hevpar barê ser milê me tevan e

ÎZMÎR - Saziyên sivîl û partiyên siyasî nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Gundogdu daye destpêkirin ziyaret kirin û peyama têkoşîna hevpar dan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî hemû partî û saziyên sivîl ên di nava têkoşîna hevpar de cih digirin silav kirin û diyar kir ku têkoşina hevpar barê ser milê wan tevan e û dê bi hevre rakin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Qada Gundogdu ya Îzmirê daye destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya piştgiriyê de nûnerên sazî û rêxistinên sivîl DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û nûnerên CHP'ê wekilên HDP'ê yên di nobetê de ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Di ziyaretê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz û Serokê Giştî yê TTB'ê Raşit Tukel û Şaredara CHP'î ya Konakê Sema Pektaş wekîl ziyaret kirin. Heyeta saziyan û partiyên siyasî dema derbasi qadê bûn ji aliyê wekîlan ve bi çepikan û silogana "Heq, hiqûq û adalet" bersîv dan heyetê. Heyetê hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û wekîl silav kirin û derbasî qedê bûn.

Saziyan piştî piştgiriya xwe ya nobetê anîn ziman, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay xêr hatina wan kir û ji ber piştgirya wan hemû sazî silav kirin. Kemalbay, anî ziman ku li Tirkiye yek ji aktora demokratîkbûnê ya herî mezin têkoşîna ked û çînê ye û
sedema destkeftiyan e.

'EV TÊKOŞÎN ERKA LI SER MILÊ ME TEVAN E'

Kemalbay, anî ziman ku Tirkiye hatiye sînorê şikandinê û wiha got: "Îktîdara AKP'ê di qesrê de ber bi riya faşîzmê ve pêşve diçe. Em bi fivar vê rêveçûnê dişopînin. Em hemû dizanin ku Tirkiye di rewşek xedar û sînorê şikestinê de ye. Ji bo em li dijî vê rêveçûna Îktîdara AKP'ê ya faşîzmê rawestin divê em hemû saziyên demokratîk bêtir bibin yek û li dijî faşizmê têkoşîna hevpar pêş bixin. Ev erka ser milê me tevan e. Divê em bi hevre li dijî faşîzmê bibin yek û têbikoşin. Divê em bi hevre vê ezmûna demokrasiyê bi tekoşîna hevpar derbas bikin."

'JI HEMÛ KESÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR DIDIN RE SLAV'

Kemalbay, destnîşan kir ku li Tirkiye cînayetên kar barekî giran e û wiha berdewam kir: "Nêzî 150 hezar karker û kedkarên ku ji karên xwe hatin dûrxistin hene. Akademisyen û nûnerên saziyên sivîl mahkûmî mirinê tên kirin. Tirkiye tê talankirin û wêrankirin. Her roj dîrok, xweza û çanda Tirkiye wekî Heskif, Dersim, Botan ku belek û hişê mirovahiyê ye talan û wêran dibe. Divê em bi hevre li dijî vê rêveçûna faşist re bêjin raweste. Em hemû saziyên civakî silav dikin. Tevgera jinan, tevgera kedê û tevgera xwezayê silav dikin."

TUKEL: DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI HEVRE TÊBIKOŞIN

Serokê Giştî yê TTB'ê Raşit Tukel jî diyar kir ku Tirkiye di demek pir dijwar re derbas dibe û xwest hemû hêzên demokrasiyê bi hevre têbikoşin û wiha got: "Em 14 salin di qada tenduristiyê de hilweşînê dijîn. Em di şertên neyînî de li dijî polîtîkayên neoliberal têdikoşin. Piştî hewldana darbeyê welat hatiye ser zinar. Li dijî darbeyan têkoşîna hevpar a demokratîk dikare Tirkiye ji ser zinar rizgar bike. Li şûna heq û azadiyan ev maf ji dest hat girtin. Kedkar û akademîsyen ji peywirê hatin îxrackirin. Rewşa em têde nîşan dide ku pêwiste em hemû hêzên demokratîk bi hevre ji bo heq û azadiyên xwe têbikoşin. Ji ber vê yekê Nobeta Wîcdan û Edaletê pir girîng e. "

KORAMAZ: GEL DÊ BERSÎVA WAN BIDE WAN

Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz jî anî ziman ku di van şert û mercan de daxwaza edaletê pir girîn e û wiha got: "Li Rojhilat û Rojavayê welat bi milyonan mirov ji bo edaletê daketin qadan. Daxwaza me edalet e. Salek e em di şertên OHAL'ê de bi KHK'yan tên rêvebirin. Wekîl û şaredarên me tên girtin. Hikûmetê hiqûq xistiye bin piyan. Gotin demokrasiya pêşketî, lê yên heq, hiqûq û azadî xwestin tev anîn hemberî xwe û li dijî wan şer kir. Em destûr nadin ku rejîma xwe ava bikin. Em dê bi hevre vê tariyê biçirînin. Gel dê bersîva wan bide."

GEZEN: BARIYER NIKARIN GELAN Û KARKERAN JI HEV QUT BIKE

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen jî bal kişand ser hevdîtina TÎS'ê û wiha got: "Hêv li ser vê peymanê niqaş û hevdîtin tên kirin. Bi ne wekhevî û bê edaletiyê vê niqaşê dest pê kir. Em kedkar û karker edaletê dixwazin. Em dixwazin wekî mirovan bijîn. Her roj bi dehan karker û kedkar di cînazeyên kar de jiyana xwe ji dest didin. Ev konfederasyon di serdema tu îktîdarê de bejna xwe netewandiye û dê dîsa heta dawi mafê kedkaran biparêze. Îktîdar dixwaze kedkaran û gel ji hev qut bike. Lê dê tu carî nikaribe gel û kedkaran ji hev qut bike. Em dê têkoşîna xwe ya ji bo Tirkiyeya di nava aştiyê de bidomînin."

BEKO: JI XEYNÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR ŞENSA ME TUNE YE

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko jî anî ziman ku OHAL ji bo Tirkiye şerma herî mezin e û wiha got: "Tişta ku demokrasiyê fêrî me kiriye divê em ji vê rêveçûnê re bêjin raweste. Ji xeynî tikoşîna hevpar tu şansê me tune ye."

BEKTAŞ A CHP'Î: EM DÊ ZANIBIN BI HEVRE BIJÎN

Şaredara CHP'î ya Konakê Sema Pektaş jî anî ziman ku ev nobet gelek watedar û girîng e û wiha got: "Xwezî ev bariyet li dora nobetê tune bûna. Îzmîr qada Azadiyê ye. Li vê qada azadiyê ev barîyet şerma mezin e ji bo Îzmirê. Yên van bariyeran datînin nikarin azadiyê bînin Tirkiyeyê. Her ku hûn rêveberiyên herêmî bê tesir bikin hûn dê demokrasiyê bikujin û bê tesîr bikin. Hikûmeta ku bêsincî kiriye rêgez heye. Bi qeyûman her tişti desteser dike. Di vê pêvajoyê de em di ferqa hev dene. Em dê zanibin bi hevre bijîn û bi hevre têbikoşin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî spasiyên xwe ji heyetê re pêşkêş kir û anî ziman ku heta ew edalet û aştiyê bi ser bikin dê têkoşîna xwe bidomînin.