NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê projeya xweseriya demokratîk a Êzidxanê bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera kir.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro li Şengalê bi tevlêbûna Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî Nefso, Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen Pîso, Cigira Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Nehlê Yusif Hefsun, yek ji Fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd, Nûnerê Asayîşa Êzidxanê Faris Herbo Xidir, Cigira Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Ezîz û Berdevkê Meclisa Ciwanên Şengalê Îbrahîm Omer daxuyaniyek çameniyê pêk anî û projeya xweseriya demokratîk a Êzidxanyê ya ji 23 xalan pêk tê ji raya giştî re aşkera kir.
Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Riham Hiço û ya Erebî jî Hisên Hecî Nefso xwendin. Berfirehiya projeya xweseriya demokratîk a Êzidxanyê ya ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê ve hatî aşkerakirin wiha ye:
"Weke civaka Êzidî, di dîrokê de, di aliyê çand û bawerîde em civaka herî kevnarîn. Em Êzidî civakek wisanîn di demboriya dîrokê de ji ber baweriya xwe bi qirkirinan ji cih û warê xwe hatine derxistin, hemû cure bêzariyê jiyan kirîn û rastî êş û kederên mezin hatin. Divê wate bê dayîn û bê fêmkirin ji bo xwe parastin û hebûna xwe domandinê ji hêla me ve nasnameya me ya baweriyê hîn zêde derketiye pêş. Êzidatiya ku baweriya herî kevin ya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye, di dîroka borî de ji hêla civak û desthilatdarên olperest yên hişkbawer ve, di asta nîjadkûjiyê de rastî qirkirinan hatine. Weke civaka êzidî em danasîna van êrîşên nîjadkûjiyê bi şêweyê ferman bi nav dikîn. Êzidiyên li Kurdistan û li hemû aliyên Mezopotamya jiyan dikin, bi nîjadkûjiyên fîzîkî û baweriyê yên weke ferman bi nav dikin, hatine asta tunebûn û xilasbûnê. Bi sedhezaran kes bi neçarî koçberê Ermenistan, Rûsya û Ewropayê bûne. Piranî li welatê Şêx û derdora Şengalê bi civakek her ku çûye helyayî û hêjmara şêniya xwe ketî asta sedhezaran kesî, me kariye xwe bigihênîn sedsala 21’an.
DI SEDSALA 21'AN DE ZEXT ZÊDE BÛN
Di sedsala 21'an de qaşo wekî sedsala herî demokratîk, wekhev û azad tê pênasekirin, li serê êzidiyan fermanên herî mezin pêk hatine, bi navê tevayî mirovahiyê şermek mezin û şikandina kerameteke mezin e. Di belaya hatî serê mirovahiyê ya nîjadperestî û hovitiya DAIŞ’ê de, dîsa civaka me ya êzidî herî zêde rastî tengezariyê hat. Di 3'yê Tebaxa 2014’an de êrîşa hov û ji dervey pîvanên mirovahî bi serê civaka me ya êzidî de hat û ev wekî fermana 73’yan tê binavkirin û ev ji tevahî fermanên ku pêk hatine, ya herî bi êş, keder û xemgînî e. Her wiha tê zanîn rê li ber zerer û ziyanên ji nûde dermankirin û saxkirina wê pir zehmet vekiriye. Di van êrîşane de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, piranî zarok û jin bi hezaran kes hatin revandin, bi sedhezaran kes neçar man ku axa bav û kalan biterkînin. Bi vê fermana ji hêla DAIŞ'ê ve pêk hat de, êzidî bi rewşa ji rûpelên dîrokê tune bibin re rû bi rû man. Lê rixmê pêkhatina vê qirkirinê jî ji her warî de diyar û li berçav bû, ne Dewleta Iraqê, ne jî Rêveberiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê, tu pêşîgirtiriya civaka êzidî nekir.
12 GERÎLAYÊN PKK’Ê YÊN FEDAYÎ BEDENA XWE LI DIJÎ DAIŞ’Ê KIRIN MERTAL
Sedema yekemîn a vê qirkirinê, ji ber ku rêveberiyek û hêzeke parastina cewherî ya êzidiyan tunebû, dema di 3'yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê êrîş kir, di demek kin de gundên êzidiyan dagir kir û xwe gihand Şengalê. Hêzên leşkerî yên di hundirê Şengalê de jî li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe nedan, bi vî rengî bi sedhezaran êzidî di nava êrîşa qirkirinê ya DAIŞ’ê de hiştin û terkî mirinê kirin. Wekî fermanên dîroka derbazbûyî, jin, zarok, ciwan, kal bi pêxasî, tî û birçî berê xwe dan çiyayên Şengalê. Di vê dema ku êzidî di tengasiya herî mezin de bûn, 12 gerîlayên PKK’ê yên fedayî bedena xwe li dijî keriyên hov ên DAIŞ’a mirov nenas, kirin mertal, dîsa şervanên YPG û YPJ'ê ji Rojava re xwe gihandin Şengalê û korîdora ku vekirin, êzidî ji qirkirineke mezin û nîjadkûjiyê rizgar kirin. Piranî êzidiyên ji fermanê hat rizgarkirin, dema li wargehên li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistan belav dibûn, di nav de jin, zarok û kal derdorê 15 heya 20 hezar gelê me jî di şert û mercên herî zehmet de bi mayîna li ser çiyayên Şengalê jiyana xwe domandin. Lê rixmî xeterî û gefa DAIŞ’ê, her wiha di nava şertên herî zehmet yên zivistana Şengalê de, bi xwestek û îradeyek xûrt di konan de mayîna bi hezaran malbatan, ji hêla dîroka êzidiyan ve berxwedaneke bi rûmet û pîroz bû. Ev berxwedan biryardariya gelê me ya di ji bo jiyanê dide nîşan û derbasî dîrokê bû.
WEKÎ MAFEKÎ XWEZAYÎ ME XWESERIYA XWE BI PÊŞ XIST
Gerîlayên HPG û YBŞ'ê yên bi şêweyê hêzên parastina cewherî yên Şengalê xwe rêxistin kirin, di pêvajoya zivistanê de nehiştin lingê DAIŞ'ê bi çiyayê Şengalê bikeve. Pir cihên niştecihbûnê yên li çiyayê Şengal û derdora wê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Di payîza 2015’an de, di rizgarkirina bajarê Şengalê de gerîlayên HPG û YBŞ'ê roleke girîng leyîstin. Her çiqas rizgarkirina navenda bajarê Şengalê ji destê DAIŞ’ê girîngbû, wekî civak ji bo carek din di bin gefên fermaneke wiha de nemîne û misogeriya pêşerojê were bidestxistin, di bingehê xwe de parastina cewherî heye, bi hişmendiya xwe gihandina rêveberiya xwe ya xweser, jiyana xwe di aliyê azadî û demokratîkbûnê de pêşxistin, weke mafekî xwezayî ye û divê xwedî xweseriya xwe be. Di hêla mafê xwe bi xwe bi rêvebirin û bi îradeya xwe ya azad jiyanek nû avakirinê de, nêzîkatî û rêgiriya hêzên bi fermanê re li beramberê civaka êzidiyan berpirsyariyên xwe bi cih neanîn û bûn sedemê pêkhatina fermanê û em tengezar kirîn, ji hêla me ve aliyeke wê yê bê fêmkirin û em bi pejirênîn tune.
BI BALAFIRÊN TIRKIYEYÊ XWESTIN VÎNA ME BIŞKÊNIN Û ME BITIRSÎNIN
Piştî vê fermana li dijî civaka me, dîsa bi hişmendiya êzidiyan wekî berê girtina dest, îradeya wan nas nekirin, bi rengek ku êzidî ji fermana ku pêk hatî tu ders dernexistine, nêzîkatî kirin, li beramberê êzidiyan bê mafî û bê rêziya herî mezin e. Mixabin bi çavên ku tiştek neqewimiye û tiştek çênebûye îro dubare li ser Şengal û êzidiyan tevgerên avakirina desthilatiyê û xistina bin kontrola xwe derdikeve holê. Di 3'yê Adara 2017’an de êrîşa li dijî Xanesorê, ku yek ji herêmên êzidî dixwazin li wir rêveberiya xwe ya xweser bi pêş bêxin û vê êrîşê bi destê çeteyên revok yên şoreşa rojavayê Kurdistanê pêk anîn, encama hişmendiyek bi vî rengî bû. Xanesor ne di destê DAIŞ’ê de bû. Ew du sal bû ji hêla zarokên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin, hatibû parastin û herêmek ku gel rêxistinbûna xwe bi xwe tê de pêşxistîbû. Dema bi van êrîşan negihiştin armanca xwe, vê carê tirk bi ser me de şandin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê bi bombebarana Şengalê re xwestin me bitirsênin û îradeya me bişkênin. Li dijî van nêzîkatiyane tev, gelê me yê hê birînên wan nehatî pêçan, ne aram dibin û bê baweriya wan kûr dibe. Divê her kes têbigehe ku êzidî êdî ne Êzidiyên beriya fermanên e. Bila kes nekeve wê bendewariyê em tu hêzek desthilatdariyê li ser me ferz dike û îradeya me nas neke bipejirênîn. Me diyar kiribû li dijî her cure destdirêjiyên van hêzan, em paş ve gav navêjîn û em ê li ber xwe bidîn. Em ê îro şûnde jî li ber xwe didîn.
ÊZIDÎ DEST JI XWESERIYA DEMOKRATÎK BERNADIN
Ji ber hesabên hin hêzan ku dixwastin desthilatdariya xwe li ser Şengalê ferz bikin, firsend bû herêmên qibletê yên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin, lê nehatin rizgarkirin. Di vê rewşê de Heşdî Şehbî ya li gel DAIŞ’ê şer dikir, di demek pir nêz de xwe gihandiye sînorên Şengalê û ketiye gundên êzidiyan. Ev rewş dihêle hêzên ku dixwazin li Şengalê desthilatdariya xwe bi pêş bêxîn, hukmê hikumeta navendî ya Iraqê jî zêde bibe. Piştî derbaz kirina vê fermanê, êzidî bi xwesteka xwe gihandina jiyanek xweser ya di bingeha avakirina hêzên parastina cewherî de, rêveberiyên xweser ava kirin, dîsa ji ber ku Êzidxanê her dem di binê gefan de ye, ji ber wê jî civaka êzidî dest ji Xweseriya Demokratîk bernade. Yên di dema êrîşa DAIŞ’ê de êzidî neparastîn, piştî têkbirina DAIŞ’ê hewldanên wan ên dîsa li ser Êzidxanê desthilatdariya xwe qayîm kirin, bi vekirî derketiye holê.
Ji bo me êzidiyan fermana di 3'yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, xala vegerê ye. Êdî gelê me ne di wê niyazêde ye hebûna xwe radestî wijdana hinek hêzan bike. Ji bo careke din gelê me bi komkujiyan re rû bi rû nemîne, dixwaze xwe bigihîne Xweseriya Demokratîk.
Ji bo vê beyî ku dem bê windakirin, 5 meh piştî fermanê, di 14’ê Çileya 2015’an de gelê me li ser vê bingehê konferansek pêk anî û Meclisa Şengalê ava kir. Ji hêlekê ve pêşxistina berxwedanê, biryara ji bo azadkirina axa xwe, ji bo vegera mirovên êzidî xebat meşandin, hev hemû xebat û çalakî bûn sedem ku bi bi hezaran êzidî vegerin Şengalê û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.
Îradeya meclisê ya ji bo ji nû ve avakirina Şingalê pêk bê, biryara konferansekê hat girtin, rêveberiyek nû hat hilbijartin û bê nîqaşe ev îrade û nûnertiya herî rewa ya vî gelî û ya Şengalê ye. Vî gelî û vê vînê û meclisa wan Şengal berneda û me li berxwe da. Meclisa vî gelî; bêyî ku alîkarî û piştgiriyekê ji hikumeta navendî û herêmê bigire, valehiya rêvebirina heyî dagirt. Ev meclisa avaker a 2 sal û nîv e di hewldana avakirina pergala xwe ya xweser de ye, di pêvajoya derbasbûyî de, li gorî pêwîstiyan gel bi sazî û rêxistin kir. Lê ruxmî tevayî zorî û zehmetiyan jî meclisa avaker ji bo mirovên man ser çiyê, derfet û pêwîstiyên jiyanê afirand. Ji perwerdeya zarokan bigire, ji avakirina dibistanan bigre, di hêla şaredarî, meclisên herêmî, xizmeta tenduristiyê, ewlekarî bi avakirina sazî û dezgehên din de, bi rêveberiya xwe ya xweser re hemû astengî derbas kir û bi Şengala xweser qad vegerand cihekî jiyanî.
Meclisa avaker a Şingalê ne tenê ji bo êzidiyên li Şingalê, ji bo êzidiyên koçber bûne jî bû hêvî û ji bo vegeran wan rolek girîng leyîst. Bi hezaran malbat li ser vê sazûmaniya li Şengalê, dîsa vegeriyan cih û warên xwe. Heya roja îro ev meclis bi giranî ji bo berhevkirina pêwîstiyên gel yên jiyanî, ji bo avakirina saziyên gel û hêzên parastinê, erkê parastina gelê xwe girtiye. Ji niha û şûnde jî dê xwedî li tevayî erk û berpirsyariyên xwe, derkeve.
Civaka meya êzidî ji 14’ê Çileya 2015’an heya niha, her dem xwestine jiyanek xweser ji bo xwe saz bikin û ev daxwaza Meclisa me û rêveberiya xweser e. Divê li dijî hemû êrîşan, hêza parastina cewherî divê girêdayê meclisê be. Bi tu awayî hewldaneke desthilatdariyê ya li ser Êzidxanê napejirêne. Ji berr vê em bernameya xweseriya demokratîk ku nêrîn û daxwaza gelê me ye, pêşkêşî tevahî hêzên siyasî, dewletên têkildar, hêzên navneteweyî û tevahî raya giştî dikîn. Em li bendêne ku bi piştgiriyên pêwîst ev proje bê mezinkirin û hemû hêzên berpirsyar di avakirina Xweseriya Demokratîk a Êzidxan de piştgiriyê bidinê û em bi hev re jiyanek azad û demokratîk ava bikin.
Ji bo xweseriya demokratîk nexşe rê û rêgezên bingehîn
1-Di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de avakirina komîsyona xweseriya Êzidxanê, di komîsyonê de Iraq, hikumeta Herêma Kurdistanê, PKK û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nûnertiya xwe bibîne.
2- Di bin çavdêriya vê komîsyonê de bi tevlêkirina delegeyên Meclisa Gel a Êzidxanê ya niha li ser kar e, tevahî civatên êzidiyan, bawermend û oldarên êzidî, nûnerên jin û ciwanan, nûnerên ji civak û baweriyên cuda yên di sînorên Êzidxanê de jiyan dikin (ji dervey kesên destê wan di xwina êzidiyan û fermanê de hene) bi qasî jimara têr dike avakirina Meclisa Gel a Êzidxanê û ev meclis wekî Meclisa Damezrîner bixebite.
3. Di bin fermandariyek hevbeş de yek kirina hêzên YBŞ û civaka êzidiyên cuda û bi vî rengî avakirina Hêza Parastina Cewherî û ev hêza parastina cewherî divê girêdayî Meclisa Gel a Êzidxanê be.
4- Hêzên polîs û asayîşê, ji hêla desteya parastinê ya ji desteya rêveber a Meclisa Gel pêk tê ve de bê avakirin, bê sazkirin û bê birêvebirin.
5- Ji bo danîn û meşandina peywendiyên civaka êzidî ya bi Iraq, hikumeta Herêma Kurdistanê, dewletên derve, saziyên navneteweyî, her wiha partî û rêxistinên eleqeder, li ser bingeha bi destxistina jiyanek azad û demokratîk a Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê, di nava meclisê de avakirina Komîteyek Dîplomasiyê ya girêdayî desteya rêveberiyê girîng e.
6- Di nava meclisa Êzidxanê de ji bo di qadên wekî tenduristî, perwerde, çand, aborî, bazirganî, pergala dadwerî xebat meşandinê avakirina desteya rêveberan. Ev xebat tenê ji hêla Meclisa ji van herêman hatiye avakirin ve bê birêvebirin.
7- Di bingeha rêgezên demokratîk û nirxên civakî yên Êzidxanê de, çapemenî bi şêweyek serbixwe tê rêxistinkirin. Pirsgirêkên girêdayî çapemeniyê ji hêla sazî û meclisên ji endamên çapemeniyê hatine avakirin ve tên çareserkirin. Meclisa Êzidxanê bi mercê wekhev parvekirinê her sal qasiyek pere ji bo çapemeniyê cuda dike.
8- Her navçe û nahye pêwîst e ji hêla meclisên herêmî ve bên birêvebirin. Çêkera meclisê beşek bi hilbijartina giştî û wekhev, beşek jî ji nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk ên li ser bingehek demokratîk hatîn hilbijartin pêk tê. Tevahî biryarên herêmê eleqeder dikin ku tevahyî Êzidxanê eleqeder nakin ji hêla vê meclisê ve tên girtin. Karên her navçe û nahye ji hêla desteya rêveber a ji nava van meclisan bê bijartin tê birêvebirin.
9- Ji her nêrînê rêxistinbûn û hizra siyasî bi serbixwe tê rêxistinkirin û ev rêxistinbûn di bin misogeriya meclisan û desteya rêveberî de pêk tê. Her çewisandinek li ser rêxistinbûn û ramanên siyasî dikeve dorpêça ceza an ji sûç de.
10- Di tevahî qadên xebatê de jin dikarin bi awayekê xweser xwe bi rêxistin bikin; di mijarên tenê jinan girê dide, rêxistinbûnên jinê bi xwe û ji hêla meclisên jinan ve biryar tê dayîn.
11- Di tevahî komîn û meclisan de herî kêm koteya % 40 a cihgirtina jinan pêkan e. Ciwan jî di meclisan de herî kêm %15 nunertiya xwe dibîne.
12- Di meclisa Êzidxanê de, li gorî pêwîstî kota ji bo kesên oldar yên êzidî tê cudakirin. Ev kota jî bi pergala hilbijartinê pêwîst e û ji meclisê re tê şandin.
13- Piştî Meclisa Gelê Êzidxanê rolê xwe yê meclisa avaker leyîst, li gorî zagona hilbijartinê bi hilbijartinên pêk bên tê nûkirin.
14- Ji % 65 hem endamên Meclisa Êzidxanê, hem ji endamên meclisên navçe û nahyeyan bi dengê giştî, % 35 jî ji nûnerên sazî û civakên rêxistinkirî yên bi hilbijartinek demokratî hatine diyarkirin pêk tê.
15- Meclisa Gel a Êzidxanê, piştî rolê xwe yê damezrêner leyîstin, dê li ser çawabûna têkiliyên xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezî) ya di Êzidxanê de bê avakirin, bi hikumeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê re, di encama danûstandinên bi hêzên cuda ya komîsyona xweseriya Êzidxanê re bê diyarkirin. Ger di hevdîtin û danûstandinan de hevkirinek pêk neyê, biryara gelo dê Êzidxan bi rêveberiya hikumeta navendî ya Iraqêi yan bi hikumeta Herêma Kurdistanê, yan ji rêyek sêyem ya ku çareseriyek din bi pêş dixe re, dê bi referandumek demokratîk diyar bike.
16- Piştî zelalbûna çawabûna têkiliyên çêkera xweser ya Êzidxanê, li gel hikumetên têkildar, bêyî ku dest ji cewherê xweseriya demokratîk (Muhafaza La Merkezi) ya li Êzidxanê pêkhatî bê berdan, bi şêweyek rêgezên jiyana siyasî û civakî, li gel giştî Iraqê û Federaliya Başûrê Kurdistanê ne nakok bin, bi hinek guherînan tê rewşek guncaw û hevseng.
17- Ji derveyê mijarên raste rast Êzidxanê eleqeder dikin, di mijara kiryarên weke aborî, dîplomasî û parastinê yên giştî Iraqê eleqeder dikin, dê di çarçoveya destûr û zagonên bingehîn ên Iraq û Başûrê Kurdistanê de, tevger kirin çêbibe. Lê di tevahî nûnertiyên karê dîplomasî lê tê meşandin, ji ber danasîna jiyan û çanda Êzidxanê dê êzidiyek di nûnertiya çandê de cih bigre.
18- Di bingeha rêgezên der barê xweseriya Êzidxanê ku li jor hatin diyarkirin, dê danasînek taybet di zagon û distûrên Iraqê û Başûrê Kurdistanêde de bê bicihkirin.
19- Êzidî, mîraseke dîrok ji mirovahiyêre girtine. Li ser vê bingehê xweseriya Êzidxanê (Muhafaza La Merkezî) ne tenê di zagonên bingehîn yên Iraqê de bikeve bin mîsogeriyê; di heman demê de pêwîst e di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de be. Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, heya xweseriya demokratîk tê pejirandin û dikeve jiyanê, dê hebûna xwe bidomîne.
20- Di pêvajoya sazîbûna Şengalê de, ji derveyê hêzên leşkerî yên niha li Êzidxanê tên dîtin, pêwîst e ji derve tu hêzên din neyên Êzidxanê. Di çarçoveya li jor hatiye diyarkirin de, piştî xweseriya demokratîk ji hêla tevayî aliyan ve hat pejirandin, divê hêzên leşkerî yên ne girêdayî Meclisa Êzidxanê ji ji Êzidxanê derkevin.
21- Ji bo fermana 73'yan ya êzidiyan di qada navneteweyî de wekî ferman û jenosîd bê dîtin û pejirandin, Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
22- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê ji bo her kesên ku destê wan di xwîna êzidiyan de heye û di fermanêde rolên xirap leyîstine, dadgeh bike û wan ceza bike, divê dadgehek bê avakirin.
23- Komîsyona Xweseriya Êzidxanê; piştgiryê dide protokola di 26'ê Cotmeha 2016’an de li Parlamentoya Ewropayê di navbera gelên êzidî, tirkmen û xiristiyanên irakî de pêk hat, vê protokolê diecibîne û piştgiriya wê dike"