ŞIRNEX - Wezîrê Karê Hundur qeyûmê nû tayînê Şaredariya DBP'ê ya Cizîrê kir.
Piştî biryara mulkî û îdarî ya der barê biryarnameyan de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Wezîrê Karê Hundur qeyûmê nû tayînê Şaredariya Cizîrê kir. Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur ê wekî qeyûm tayînê Şaredariya cizîrê kiribûn, ji vir girtin dan Serokê Dayreya Îdarî û Malhallî, li cihê wî Alîkarê Waliyê Dîlokê Faîk Arican hat tayînkirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de, sedî 81 ê dengan Şaredariya Cizîrê bi dest xistibû, di 17'ê Mijdara 2016'an de Wezîrê Karê Hundur bi rêya qeyûm şaredarî xesp kir.