ÊLIH - Parlamenterê HDP'e yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, ku di 17'ê Tebaxê de li dijî talankirina heskifê xwe bi taht ve zincîr kir, dawî li çalakiyê anî. Aslan, anî ziman ku Heskif nirxên dirokê û mirovahiyê tên talankirin û ger AKP vê talankirinê ranewestîne dê çalakiyên mezintir pêk bîne.
Wekîlê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, ku di 17'ê Tebaxê de li Keleha Darphane ya Heskifê li dijî talankirin, wêrankirin û dînamîtkirina şikeftên Heskifê xwe bi zinar û latên Heskifê ve zincîr kir, dawî li çalakiya xwe anî. Aslan, ji ber lêxwedî derketin û piştgiriya gel spasiyên xwe pêşkêş kirin û wiha got: "Em dê li dijî talankirin û wêrankirinê çalakiyên xwe berdewam bikin. Kesên ferman dane dê bên darizandin. Rayedarên fermî berpirsiyar in ku cih û warên dîrokî biparêzin. Lê kesên ku divê warên dîrokî û çandî biparezin, talan û wêran dikin. Dewlet û hikûmet li dijî xalên qanûna bingehîn sûc dikin. Ji bo ku dawî li talankirin û wêrankirinê bê min dest bi vê çalakiyê kir. Yên ferman dane talankirinê dê bên darizandin.
'FERQA QAN JI DAIŞA KU PALMÎRA HILWEXŞANDIN TUNE YE'
Aslan, anî ziman ku tu mafê hikûmetê tune ku pira di navbera ezel û ebed te qut bike û wiha got: "Hikûmet ji bo enerjiya 40-50 salan dîroka 12 hezar salan talan dike. Enerjiya dîrok û çandê ji heye. Min çar roj berê ji bo xerakirin û talankirina Heskifê raweste ji bo hişyariyê dest bi vê çalakiyê kir. Ger ku hikûmeta AKP'ê vê talankirinê ranewestîne me dê bi çalakiyên mezintir derkevin qadan. Zinar û latên ku dîroka 12 hezar salan a bajarê antîk li ser heye bi dînamêtan tê tunekirin. Taliban jî peykerên Buda û DAIŞ'e jî li Muzeya Mûsilê û Bajarê Antîk ê Palmira talan dikir û xera dikir. Tu ferqa wan ji hev tune ye."
'EM DÊ VÊ TALANKIRINÊ RAWESTÎNIN'
Aslan bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî dîroka mezotopamya û kurdan û wiha berdewam kir: "Heskif pira di navera paşeroj û peşeroje de ye. Can ê ku dîrokê bi hevve girê dide ye. Dîyar dike ku mirovên îro ji ku hatine û ber bi kuve diçin. Ger ku ev hilweşîn û talankirin neyê rawestandin em dê çalakiyên mezintir pêk bînin.
Em bang li hemû cemaweriya Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî talankirina dirokê dengê xwe bilind bikin û li Heskifê xwedi derkevin."