DÎLOK – HDP'ê 56 kesên li Dîlokê di daweta malbatekê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetil kirin, bibîr anî. Rêveberan bîranîn li avahiya HDP'ê û li ser goristanê pêk anîn û diyar kirin ku ew dê heta dawî dozê bişopînin.
Li taxa Beybahçe ya navçeya Şahinbey a Dîlokê endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxa 2016’an de li dijî daweta malbatek kurd êrîşa bi bombeyî pêk anîbû. Di êrîşê de 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Şahinbeyê bernameya bîranînê pêk anîn. Di bernameyê de Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Behçet Yıldırım, Endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Karayilan, rêveberên ÎHD, komeleya 78’an, Nûnerên EMEP û kesên xizmên xwe ji dest dane amade bûn. Li salonê pankarta “Em soz didin we ku dê govend û dîlana we nîvco nemîne. Tilîliyên we yên nîvco mabûn dê nêvî nemîne. Em dê bêtir hev hembêz bikin û temam bikin." vekirin. Di bernameyê de ji bo kesên ji yana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Dîsa sînevîzyona der barê kesên birîndar bûne dehat pêşandan.
EM DÊ HETA DAWÎ DOZÊ BIŞOPÎNIN
Hevseroka HDP'a Dîlokê Guler Erat, diyar kir ku piştî komkujiyê bi malbatan re dinava şêwirmendiyê dene û wiha got: "çi sûcên kesên bê guneh hebû. Di ser komkujiyê re salek derbas bû, lê hêj kujer nehatine darizandin."
Parlamenterê HDP'ê Behçet Yıldırım jî diyar kir ku ew kujeran nas dikin û wiha got: "Wê rojê li ser goristanê çawa dirûşme dihatin berz dikirin. Gel digot "Qatil îkdîtar" berz dikir. Ger ku em vê bûyerê ji bîr bikin û bidin ji bîr kirin bila dil û kezeba me hişk bibe. Ji bo rastî ronî bibe em dê heta dawî têbikoşin."
200 KESAN SERÎ LI ME DAN
Piştî bîranina li avahiyê kom derbasî ser goristanê bûn û qurnefil danîn ser goran. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Ahmet Hartavi, anî ziman ku ji bo nikaribin dozê bişopînin dosya dozê birin Kayseriyê û wiha got: "Piştî bûyerê 200 kesan serî li me da û xwest dozê bişopînin. Ji bo ku doz nayê şopandin dosya birin Kayseriyê.
Em dê têkoşina hiqûqî ya ji bo 200 kesan bimeşînin. Çima der barê dosyayan de biryara veşarî didin. Ji ronîkiran rastiyan ditirsin?"
Girsê piştî qurnefil danîn ser goran bi duayan belav bûn.