Hevserokê HDP'ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin

RIHA- Hevserokê HDP'ê yê Halîliyeyê Îzzettin Gok hat binavkirin.

Li navçeya navendî Halîliye ya Rihayê polîsan Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Îzettin Gok sekinan û venêrîna nasnameya wî kir û ew binçav kirin. Pêşî Gok birin Qereqola Sarayonu û paşê wî ew birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê.

Hat diyarkirin ku dema Gok hatiye binçavkirin, di demê de polîsan bi ser mala wî de jî girtiye.