Mînîbus gindirî şarampolê: Kesek mir, 13 kes birîndar bûn

MEREŞ - Li Ekînozuyê mînîbusek gindirî şaraêpolê. Di qezayê de kesek mir, 13 kes jî birîndar bûn.

Li mewkiya Gellevîz a navçeya Ekinozu ya Mereşê frenê mînîbusekê teqiya û ginidrî şerampolê. Hat îdiakirin ku firênê wesayîta ku plakaya wê nehat zanîn û ji aliyê T.K. ve dihat ajotin teqiyaye û gindiriye şerampolê. Nêzî 50 metreyî şûnde wesayît li dareke çamê ket û sekinî. 14 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambulansên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ekînozuyê. Li gel hemû mudaxileyan jî ji birîndaran jinek jiyana xwe ji dest da.