EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê, pêkanînên "tevlîhev bike-li hev bîne" xistin meriyetê. DAIŞ'î xistine qawîşên girtiyên ji doza PKK'ê û rêxistinên çepgir girtîne.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, 13 jinên girtî di 15'ê Tebaxê de li hemberî şert û mercên girtîgehê yên neyînî dijwar dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê du roja 7'emîn de ye.
Her wiha li heman girtîgehê sepandina "tevlîhev bike-li hev bîne" ku berhemeke dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye ket dewrê. Hat hînbûn ku DAIŞ'î xistine qawîşên girtiyên ji doza PKK'ê û rêxistinên çepgir girtîne.
Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek, li girtîgehê bi girtiya nexweşa Wernicke - Korsakoffê Aslihan Gençay re hevdîtin çêkir û behsa pêkanînên li girtîgehê kir. Bek, der barê ku DAIŞ'î xistine qawîşên girtiyên ji doza PKK'ê û rêxistinên çepgir girtîne de ev tişt gotin: "Ev rewşeke xeternak e. 12'ê Îlonê tîne bîra mirov. Di warê ewlehî û tenduristiya mehkûman de jî rewşeke talûke ye. Dema girtiyên xwedî fikr û bîrdoziyên cuda di heman qawîşê de bin, ev nîşan dide ku dibe ji nişkave êrîşî hevdu bikin. Ev avanî û rêxistin niha jî li derve, li Iraq û Sûriyeyê pev diçin. Tevî ku ev yek tê zanîn jî, girtiyan dixin heman qawîşê. Ev rewş ji bilî provakasyonê pêvtir bi tu tiştî nayê ravekirin."
'POLÎTÎKAYE RAGEŞIYÊ YE'
Bek, diyar kir ku ji bo ku kesa ji doza DAIŞ'ê girtî ji qawîşê bê derxistin Aslihan Gençay serî li îdareya girtîgehê daye, lê belê hîn jî ew kes di heman qawîşan de dimînin. Bek got ku divê îdareya girtîgehê demildest dev ji vê sepandinê berde.
Bek wiha axivî: "Mixabin îdareyên girtîgehê polîtîkaya rageşiyê disepînin. Wisa difikirim ku ji bo ku jiyanê li mehkûman teng bikin wisa dikin. Divê demildest prosedura qanûnî bê sepandin û girtiyên ji dozên cuda dubare bişînin qawîşên kesên ji heman sûc û rêxistinan. Ev divêtiyeke qanûnî ye û divê îdareyên girtîgehan demildest vê yekê bi cih bînin."
TAM HEFTEYEKÊ HAT DERBKIRIN
Bek, anî ziman ku Gençay berê ji ber nexweşîna xwe hatibû tehliyekirin û sala çûyîn dubare hatiye girtin. Bek, got ku ev saleke di girtîgehê de bi nexweşînên cidî re rû bi rû ye. Bek, diyar kir ku Gençay ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê hatiye kirin û di dema sewqê û piştî sewqî de bi muameleyên kirêt re rû bi rû maye. Bek wiha axivî: "Gençay ji min re got 'jimartina li ser lingan li min ferz kirin. Dema li dijî vê yekê derketim gardiyan min derb kirin û bi muameleyên kirêt re rû bi rû mam. Ev yek hefteyekê domand. Min gelek caran ji îdareya girtîgehê re got ez bi israr im û ez ê vê yekê qebûl nekim. Piştî hefteyekê îdareya girtîgehê dev ji vê ferzkirinê berda. Di wê hefteyê de bi awayekî zêde hatim derbkirin. Min giliyê kesên eleqedar jî kirin.'"
Bek, anî ziman ku Gençay gotiye wê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û Fakulteya Tibê ya Mêrsînê û li van deran ew çûye heyetê. Bek, diyar kir ku heke ev heyet rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" bide Gençayê dê bê tehliyekirin. Bek got ku Gençay vejeteryan e û wiha got: "Ev nêzî du mehan e ku Gençay li vê girtîgehê ye, lê der barê xweyîkirina wê de tu tişt nehatine kirin. Heta niha tenê bi tiştên taştê xwe xweyî dike. Ev yek bêtir rewşa wê xerabtir kiriye. Her wiha ji ber kîsta di malzaroka xwe de tim xwînî dibe û ji ber vê xwîniyê divê bi awayekê rêk û pêk bê xweyîkirin û tedawîkirin. Divê îdareya girtîgehê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne."