Têkildarî MOBESE'yên li Şapatanê dest bi lêpirsînê kirin

COLEMÊRG - Parêzerê welatiyên Şapatanê yên leşker û polîsan ew îşkence kiribûn, Sebahattîn Yilmaz diyar kir ku li 5 minareyên mizgeftên gund MOBESE hatine bicihkirin û wan der barê van MOBESE'yan de li dozgeriyê serlêdana sûc kiriye.

Leşker û polîsên tevgera taybet li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînana Colemêrgê gelek welatî îşkence kiribûn û der barê wê îşkenveya hovane de bi fermî lêpirsîn hat destpêkirin. 38 kesî serî li Serdozgerê Komarê yê Şemzînanê da û delîlên îşkenceyê radestî dozgeriyê kirin. Wêne û dîmenên dema derbkirin û îşkenceyê ji bo bên lêkolînkirin, radestî dozger hatin kirin û parêzerê gundiyan Sebahattîn Yilmaz jî der barê MOBESE'yên ku di 5 mizgeftên gund de hatine bicihkirin, serî li dozgeriyê da û serlêdana sûc kir.

DÊ BI 375 POLÎSÊN TAYBET RE HEV RÛ BIBIN

Yilmaz diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de, dê gundî bi 375 polîsên tevgera taybet û polîsên girêdayê Miduryeta Polîsan ên Navçeyê re rûberî hev bibin û ev tiştin got: "Dê gundî di vê çarçoveyê de teşhîsê bikin. Lê roja serdagirtinê hema bêje rûyê hemûyan girtî bû. Polîsê 35-40 salî yê di Şaxa TEM'ê de peywirdar e, hema bêje îşkence li hemû gundiyan kiriye û dê teşhîsa vî polîsî bê kirin. Vî polîsî îşkence li her kesî kiriye." Yilmaz piştrast kir ku wan qasî 40 wêneyên îşkenceyê radestî dozgeriyê kiriye û wiha domand: "Bijîşka bi navê Elîf Ç. jî rapora îşkenceyê nedaye gundiyan. Me der barê vê kesê de jî serlêdana sûc kir. Di dema derbasbûyî de şopên hin îşkenceyan jê çûne, heke roja destpêkê rapor bida, dê ji bo belgekirinê hêj baştir bûya. Dê lêpirsîn bi rapora ku du roj şûnde hatiye dayîn û bi wêneyan berdewam bike."

BANGA PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ

Yilmaz dest nîşan kir ku îşkenceya hovane bi şevê de dest pê kiriye û ber destê sibehê dewam kiriye û di vê navberê de sixêfên pîs hatine kirin û wiha got: "Malbat ji îşkenceyê zêdetir, ji heqaretên ku li ber çavê malbatên wan li wan hatine kirin gilîdar in. Hêj gundî di bin bandora wan sixêf û heqaretan de ne." Yilmaz aşkera kir ku di qada neteweyî û navneteweyî de gelek komele û sazî bi wan re ketine têkiliyê û wiha dirêjî domand: "Gelek komele û sazî hatin gund û di cih de lêkolîn pêk anîn. Dê van serlêdanan bi rêya raporekê bi raya giştî re parve bikin."

Yilmaz got ku di warê piştgiriya hiqûqî de jî pêdivî bi alîkariyê heye û banga ji bo piştgiriya hiqûqî kir.