Ji ber zêr û ziber şer kirin, 17 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zonguldakê ji ber zêr û ziberên ku li bûk û zavê dikin, di navbera du malbatan de şer derket, 17 kes birîndar bûn.

Li navçeya Gokçebey a Zonguldakê ji ber zêr û ziberê ku di dawetê de li bûk û zavê ve tên kirin, di navbera dayika bûkê û xizmên zavê de şer derket. Di şer de 17 kes birîndar bûn.

Berî dawetê di navbera malbatên Merve Ç. û Murat A. de li navçeya Yenîce ya Karabukê nîqaş derket. Ji ber nîqaşan malbata bûkê xwest dawetê betal bike. Zava Murat A., malbata wî û Merve Ç. nexwestin dawet bê betalkirin. Bûk û zava bi konvoya maşîneyan ber bi navçeya Gokçebeyê ve ketin rê û xwe gihandin baxçeyê çayê.

Di dewama dawetê de zêr û ziber bi bûk û zavê ve hatin kirin. Di dawiyê de dayika Merve Ç. Ayşe Ç. xwest zêr û ziber li gel wê bimînin û di vê navberê de malbata zavê jî ket navberê û nîqaş gur bû û veguherî şer, di şer de dayika bûkê Ayşe Ç. jî di nav de 17 kes birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gokçebeyê.

Polîsan mudaxaleyê bûyerê kir û gelek kes binçav kirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.