‘Zarok ji zikê dayikên Ermenî yên ducanî derxistin û avêtin nava agir'

AMED - Ayten Ekîncî ya Ermenî ku 50 salin li Sûrê dijî, diyar kir ku kalkê wê li Sûrê bi salan di nava hefteyê de li mizgeftan kursên Quranê, di dawiya hefteyê de jî li dêrê tev li ayînan dibû. Ekîcî anî ziman ku dapîra wê hêj 20 salî bû ermenî li ber çêvên wî li bin diwarê sûrê kuştin û zarokên jinên ducanî avêtin nava agir. Ekîncî, da zanîn ku ji ber ruxandina Sûrê û windakirina şopên dîrokê dilê wê diêşe.

Sûr 2 salin bi biryara Lijneya Wezîrên AKP'ê ya "Veguherîna Bavarvaniyê" tê rûxandin. Warên dîrokî, çandî û baweriyê tev tên xerakirin û şopa dirokê winda dikin. Bi hezaran salan ermenî, suryanî, kurd û şêniyên din li vir di nava hevde jiyan û şopa çand û dîroka xwe li Sûrê hiştin. Lê niha dîrok û çanda hezaran salan bi biryara Wezîrên AKP'ê tê xerakirin, talankirin û wêrankirin. Yek ji rengê baweriyan Ermeniyên li Sûrê ne. Ermeniyên li Sûrê piştî komkujiya 1915'an neçar man ku bi awayekî veşarî çand û baweriya xwe bijîn. Ermeniyên ku ji komkujiyê rizgar bûn, bi dehan salan bi awayekî dizî nasname, ziman û baweriya xwe parastin. Neçar man ku reng û ruyê xwe veşêrin û bi dizî nirxên xwe bijîn. Yek ji van ermeniyên ku bi salan nasnameya xwe veşart Ayten Ekici ya 50 salî ya xirîstiyan e. Ekici, diyar kir ku dapîra wê li taxê li mizgeftan kursa Quranê dida zaroken misilman û dawiya hefteyê jî bi awayekî veşarî ew dibir dêrê û ayîn dikirin. Ekîcî, serpêhatiyên xwe ji dihaberê re vegot.

Ekîcî, anî ziman ku ji malbata Ermeniyên Xirîstiyan e û wiha got: "Ez 50 salî me. Li Sûrê ji dayik bûm. Zarokantiya min li kolanên Sûrê derbas bû. Piştî em hatin semta Ofîsê jî dîsa her şemî û yekşem em çûn Sûrê li Dêrê me ayîn kirin. Ez niha li Ofîsê dijîm. Cîrantiya bi şêniyên Sûrê re gelek xweş bû. Jiyanek hevpar û kolektif hebû. Dema me teşta danê denûrê dida ser serê xwe û em diçûn mal, me neviya teşta nan dida cîranan. Parvekirinek ji dil hebû. Têkiliya civakî pir xurt bû."

BI SALAN QUR'AN FERÎ ZAROKÊN MISILMAN KIR

Ekîncî, da zanîn ku şêniyên taxê dizanîbûn ku ew ne misilman in, lê bi awayekî aşkere jî îbadeta xwe nedikirin û wiha berdewam kir: "Tevî ku em xirîstiyanên ermenî bûn jî em wekî misilmanan dijiyan. Dapirê min Qur'an baş dizanî. Bi salan li mizgeftan dersa Qur'anê fêrî zarokên misilman kirin. Di nava hefteyê de dersa Qur'anê dida û di dawiya hefteyê (Şemî Yekşem) jî bi destê min digirt û em diçûn dêrê me bi hevre aşîn dikir. Em bi dizî diçûn dêrê Her dem ji min re digot bila kes nizanibe. Min meraq dikir min digot 'Ev cihê em diçin ku ye? Ev mirovên tên vir kî ne?' Dapîrê min jî digot ev xizmên me ne. Ji ber ku nasnameya xwe vedişart, gelek kesan ew wekî meleyê mizgeftê dizanî. Her dem min ev nakokî meraq dikir. Min digot dema ez mezin bibim ez dê lêkolîn bikim. Li aliyekî dêr, li aliyekî mizgeft û Qur'an. Bavê min yekem mirovê ku li Rojhilata Navîn meyxane vekiriye ye. Sala Sînemaya Dilan li Amedê hat vekirin Bi navê Piknik Bozo Meyhanesî hat vekirin."

Ekîcî, da zanîn ku dema diçû lîseyê, rojekê çû malê û wiha got: "Dema ez çûm malê tenê pîra min li malê bû. Min bi dizî ji pîra xwe re got
'Dema em zarok bûn em her dem diçin dêrê. Ez te li erebeyê suyar bikim û em biçin dêrê?' Wê digot ez nizanim ku cihê em diçûnê dêr bû. Lê min dizanîbû dêr e. Dema min wisa got hem şaş bû hem jî pir hestiyar bû. Dest bi girî kir. Min got hemû çîroka xwe ji min re bêje'
Dema komkujiyê pira min 20 salî bû. Pîra min bû şahidê komkujiya Ermeniyan. Pira min hestiyar bû û got 'Binê dîwarên sûrê tev ax bû. Agirê mezin li bin dîwarê sûrê pêxistin. Darên direj avêtin agir û agir geş kirin. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Hemû bi şûr û qilîçan kuştin. Zarokên zike dayikên ducanî ji zikê wan derxistin û di nava agir de sor kirin. Piştre zarokên di nava agir de sor kirin bi mêran dan xwarin. Yek bi yek serê wan ... ' Beyî bêje serê wan jê kirin ji ser xwe çû û berdewamiya serpehatiye negot. Piştre got 'Êdî zêde ji min nepirse. Ez nikarim rakim' û dawiya çîrokê neanî û giriya. Dema ew giriya ez jî giriyam. Em bi hevre giriyan. Min dîsa got em bi hevre biçin dêrê. Lê wê got 'Ez pîr bûme em nikarin biçin. Ji xwe em biçin jî êdî kes tune ye' û ligel min nehat dêrê.

BAPÎRÊ MIN OSTEYÊ KEVIRÊ REŞ BÛ

Ekîcî, da zanîn ku bapîrê wê hêj 32 - 35 salî bû mir û wiha got: "Hêz ez tune bûm bapirê min mir. Osteyê kevirê reş bû. Ez hêj ji Sûrê neqetiya me. Dem dem diçin Sûrê. Ez berê jî her dem diçûm taxa Gawiran. Piştî demekê min dest bi lêkolîna bapîrê xwe û ermeniyên din kir. Ez fêr bûm ku bapîrê min ostayê kevirê reş bû. ‘Taşçiyan’ ango bi ermenî ‘Oglu’ ye. ‘Taşçiyan’ di serdema îktîdarê de wekî ‘Taşçioglu’ hat guhertin. Wê demê navê hemû kesan hat guhertin. Paşnavê ‘Semerciyan’ kirin ‘Semercioglu’, ‘Bakirciyan’ kirin ‘Bakircioglu’. Nifşên berê ji ber ku di bin tirsê de bûn tu tişt ji mere negotin. Qala serpêhatiyên xwe nekirin.

DEMA JI OLTÛ TÊN AMEDÊ DI DÊRE KAL Û PÎRÊN WAN TÊN KUŞTIN

Bavê dayika min (Dapîrê min) wekî kesê di sala 1915'an de di nifûsa navçeya Otlu ya Erziromê de qeyd kirî û kesê ‘Murtedî’ (Kesê olê xwe guhertiye" hatiye nivîsandin. Li Oltuye bavê wî oldar e. Du xwişk û bira ne. Xwişk û bira. Di serdema komkujiyê de dema ji Oltu tên AMede dayik û bavên wan li pêş çavên wan qetil dikin. Di rêde li nêzî Çapakçura Çewlîkê dîsa rastî êrîşê tên. Tecawizî jinê dikin. Yên li dijî vê yekê derdikevin tên kuştin. Ev pîra min ji dayika min re dibêje. Yên êrîş kirin jin û mêr 3 mehan bi meşê anîn Seyrantepeya Amedê. Wan li vir dizewicînin. Wan bi zorê ji hev diqetînin û hin kesan wekî hewî û hin kesan jî bi kesên kal re dizewicîne. Dapîrê min jî kesekî ku ji Dara Hênê yê bi navê Nerip Aga hat ew bi xwe re bir. Xwişka wî jî li Amedê dimîne. Narip Aga ji ber ku zaroken wî yên kur çenabin dapîrê min dibe weki kurê xwe mezin dike. Navê wî dike Ahmet. Berî ku Narîp Aga bimirime dixwaze kalikê min biçe li Amedê bi cih bibe. Dema tê Amedê dizewice. Piştre lixwişka xwe digere. Li her dere digere û fêr dibe ku li mala pismamê Cemilê Paşê yê qunderevan Mahirê Paşê dijî. Diçe ser baniyê mala Mahîr Paşa û xwişka xwe temaşe dike. Piştre Mahir Paşa destûr dide ku hev bibinin û hev dibinin. Dapîrê min piştî xwişka xwedît demek şûnde ji xizaniyê jiyana xwe ji dest dide. Pîra min tevî 5 zarokên xwe li nexweşxaneyê dest bi şuştina cilan dike. Diya min digot pîra te bi rojan nedihat malê. Nanê zuha bi zorê bi dest diket. Ji ber vê yekê nan ji bo dayika min pir pîroz e."

SÛR MOZAÎKA PIR ZIMAN, ÇAND Û BAWERYAN E'

Ekîcî, da zanîn ku Sûr cih û warê mozaîka pir ziman, çand û baweriyan e û wiha bi dawî kir: "Dema em li dîroka mizgefta mezin binerin, em dibînin ku beriya bibe mizgeft dêr bû. Beriya bibe dêr Sinagog (Hawra) bû. Perestgeha rojê bû. Gelek waren din jî bi vî rengî ne. Gelek kes hatin vir û çûn û şûnwarê xwe li pey xwe hiştin. Şopa gelek civak, bawerî û zimanan li ser van dîwar û waran heye. Her ku ew demên berê tê hişê min pir hestiyar dibim. Hevserê min endezyar e. Di restorasyona dêrê de kedek mezin daye. Ji bo ku ez xizmên xwe li dêrê bibînim min li wir pêşengeh vekir. Dêr ji bo me nirxekî herî pîroz bû. Lê piştî şer êdî em nekarîbûn biçin dêrê. Ev êşek pir mezin e. Niha dest û piyê me hatiye girêdan û em nikarin tişteki bikin ev eş pir giran e."

Rifat Şahin - dihaber