Li Beykozê bablîsok rabû

STENBOL – Li Stenbolê di saetên serê sibê de barîna baranê dest pê kir û bablîsok rabû. Rayedaran welatî li hember bahozê hişyar kir.

Li aliyê Anodlu ya Stenbolê di setên serê sibê de barîna baranê dest pê kir û li ser tiv û tevgera welatiyan bandorek neyînî nîşan da. Taviyên baranê bandora xwe dide nîşandan û ev barîna baranê li derdora navçeya Beykoz û derdorê zêde dibare û li van derdoran bablîsok rabû.
Tê payîn şilî heta roja çarşemê bidome. Barîna baranê li gel Stenbolê dê li bajarê Antalya, Aydin, Mugla, Denîzlî, Manîsa, Ordu û Îzmîrê jî bandora xwe nîşan bide.