REQQA - Pêşketinên li taxa dîrokî ya Reqqayê ber bi dawî ve diçe. Piştî Keleha Harun Reşîd û sûrên dîrokî, şervanên QSD'ê ji du aliyan ve Mizgefta El-Etîq dorpêç kir û mizgef li ber rizgarkirinê ye.
Operasyona "Cenga Mezin" a ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daye destpêkirin, di roja 77'an de berdewam dike. Li çar eniyên bajêr şerên dijwar rû didin, taxa kevin a dikeve rojhilatê Reqayê li ber rizgarkirinê ye. Şervanên QSD'ê li taxê Keleha Harun Reşîd û sûrên dîrokî ji çeteyan paqij kir, Mizgefta El-Etîq ji du milan ve hat dorpêçkirin. Wêne û dîmenên destpêkê yên mizgeftê hatin kişandin.
MIZGEFTA EL-ETÎQ
Dema ji sûrên dîrokî derbas dibin, qasî 500-600 metreyî di hundur de Mizgefta El-Etîq a ku çîroka wê digihêje bi hezaran salan tê dîtin, îro ji "Cenga Mezin" a Reqqayê re şahidiyê dike. Mizgefta El-Etîq, sûrên dîrokî û Keleha Harun Reşîd bi kerpîçan hatiye çêkirin. Mizgefta ku berê jî hatiye restorekirin, 11 deriyên wê hene. Di nava wê de mînareyeke bilind heye, li dora wê sûr hatiye gerandin. Dora sûrê jî bi têlan hatiye dorpêçkirin, noqteya QSD'ê ya dikeve milê çepê, qasî 200 metreyî dûrê mizgeftê ye. Şerên ku bi rojan dewam kir, şopên li dora mizgeftê û malan di kuçeyan de tên dîtin.
JI DU ALIYAN VE HAT DORPÊÇKIRIN
Şervanên QSD'ê ji du milan ve mizgeft dorpêç kirin, ji bo mizgeft nekeve destê QSD'ê, DAIŞ'î êrîşên mezin pêk tînin. Lê ruxmî hemû êrîşên DAIŞ'iyan jî derbên giran ji şervanên QSD'ê dixwin. Şervanên QSD'ê ji bo mizgeftê bi tevahî bikin bin serweriya xwe, mal bi mal bi pêş de diçin. Şervanê QSD'ê Dara Kobanê der barê şerên ku bi rojan e dewam dike de axivî.
Kobanê aşkera kir ku piştî şerekê dijwar wan bi komek hevrêyên xwe re mizgeft dorpêç kiriye, di şerê 2 rojan de ji lingê xwe yê rastê û ji milê xwe yê çepê birîndar bûye. Her çendî Kobanê birîndar bûbe jî ji eniya şer veneqetiya ye, da zanîn ku DAIŞ ji bo ev herêm ji destê wê dernekeve, bi hemû hêza xwe li ber xwe dide.
DOR HATIYE MIZGEFTA EL-ETÎQ
Kobanê der barê şerê li navenda Reqqayê de jî agahî da û piştrast kir ku wan li dijî DAIŞ'ê operasyonên mezin pêk anîne. Kobanê da zanîn ku hêzên wan her roj cihên nû bi dest dixin, di van pêşketinan de cihên nû û stratejîk dixin bin kontrola xwe. Kobanê diyar kir ku pêşketinên wanên li taxa kevin a Reqqayê ber bi dawî ve diçe, piştî sûr û kelehê, dê ber bi Mizgefta El-Etqî ve bimeşin.
HINDIK MAYE XWE BIGIHÎNIN MIZGEFTÊ
Kobanê derbirî ku qasî 200 mêtreyî maye ku şervanên QSD'ê xwe bigihînin mizgeftê, piştî bi milên din ve bihihêjin hev, dê mizgeft bê azadkirin. Kobanê da zanîn ku ew şûnwarên dîrokî yên Reqqayê jî diparêzin û wiha axivî: "Ew cihên ku me xwe gihandiyê, di şibekeyan de bi rihetî mizgeft tê dîtin. Beşekê wê di destê me de ye. Em noqteyên DAIŞ'ê yên li dora mizgeftê tune dikin. Dê di demek kin de mizgeft bi tevahî bê paqijkirin."
'DÊ REQQA BIBE DAWIYA DAIŞ'Ê'
Kobanê got ku "Dê Reqqa bibe dawiya DAIŞ'ê" û piştrast kir ku heta navenda bajêr bi tevahî neyê azadkirin, dê hêzên wan ranewestin. Kobanê diyar kir kku di çarçoveya operasyonê de berî 2 rojan birîndar bûye û wiha pê de çû: "Şerekî mezin e. Dema em diçûn operasyonê di şerekî dijwar de ez ji lingê xwe yê rastê û milê xwe yê çepê birîndar bûm. Lê min çepera xwe berneda, dewam kir. Ez ji bo hemû mirovan ji wan rizgar bikim, hatim vir."
Nazim Daştan - dîhaber