Li qada perwerdeya leşkerî şewat derket

NAVENDA NÛÇEYAN - Li qada perwerdeya leşkerî ya 116'emîn Fermandariya Alaya Perwerdeyê ya Cendirmeyan a Çanakkaleyê şewat derket û li qadek fireh belaf bû.

Hat diyarkirin îro saet di 12.15'an de li 116'emîn Fernandariya Alaya Perwerdeyê ya Cendirmeyan a Çanekkaleyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derketiye. Şewata ji ber gîhayê hişk derket, di demek kin de li darên di qada perwerdeya leşkerî belav bû.

Li gorî agahiyan helîkopterek, arazoriyên girêdayî Miduryeta Herêmê ya Daristanên Çanakkaleyê û ekîbên Şaredariya Çanakkaleyê mudaxaleyê şewatê dikin. Hat gotin ku ji ekîbên agirkujiyê kesek birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê.

Hêj şewat berdewam dike û ekîbên şandine herêmê hewl didin şewatê vemirînin.