STENBOL – Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Reyhan Hacioglu, bal kişand ser girtina Rojnameya Ozgur Gudemê, zextên li ser çapemeniyê û girtina Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gunedmê Înan Kizilkaya û wiha got: "Zextên li ser çapemiyê bi Ozgur Gundemê re dest pê kir. Salek e Înan girti ye. Ger ku Înan bê berdan dê azadî bêtir bi wate be."
Polîsan salek berê di 16'ê tebaxa 2016’an de bi ser avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê de girtin. Polîsan di serdegirtina avahiyê de 23 rojnamegerên li rojnameyê amade binçavkirin. Piştî serdegirtina avahiyê û biçnavkirina rojnamegeran di 22'ê Tebaxa 2016’an de 21 rojnameger hatin berdan û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Di rûniştina yekem de Zana Kaya hat berdan, lê salek e Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, hêj girtî ye. Kizilkaya di bin çavan de rastî lêdanê hat û îşkence lê hat kirin. Piştrî hat girtin jî di lêgerîna tazî re derbas bû û avêtin hucreya yek kesî.
Gerînendeyên Giştî Zana Kaya, Şêwirmenda Lijneya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay yên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin, di 29'ê Kanûna 2016'an de hatin berdan. Rojnameger Kizilkaya jî hêj girtî ye. Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê û hevala Kizilkaya ya xebatê Reyhan Hacioglu, der barê girtina Kizilkaya û zextên li ser rojnameyê axivî. Hacioglu, xwest zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin û hevalên wan Înan Kizilkaya bê berdan.
DI ROJA SERDEGIRTINÊ DE LI EDLIYÊ BÛ
Rojnameger Hacioglu, diyar kir ku demek kin ew û Kizilkaya bi hevre di rojnameyê de xebitîn û wiha got: "Kizilkaya ji ber dozên li rojnameyê dihatin vekirin her dem li Edliyê bû. Kizilkaya mirovekî kedkar û ji dil e. Her dem berpirsiyarî digirt ser milê xwe. Her dem parve dikir û bi parvekirinê bêtir aram û kêfxweş dibû. Beriya bê girtin biraniya dema wî li edliyê derbas dibû. Roja polîsan bi ser rojnameyê de girt Kizilkaya li edliyê bû. Çawa bihîst hat rojnameyê. Rojnamegerekî zane û jêhatî ye."
‘ÎNAN RENGÊ DARBEYÊ YE'
Hacioglu, da zanîn ku polisan bi ser avahiyê de girt û ew bi lêdan û îşkenceyê binçavkirin û wiha berdewam kir: "Hêrsa polîsan a li dijî Zana û Înan pir zêde bû. Em hemû xistin cihekî. Lê Înan û Zana xistin cihên cuda. Xistin maşîna zirxî. Di bin çavan de ji wan re gotin 'em dê we bikujin û bavêjin bîrên asîtê. Em dê we wekî musa anter bikin' Nêzîkatiya wan a li hemberî xebatkarên çapemeniya azad û li dijî hevalên me cewherê nêzîkatiya wan a pêşerojê bû. Kizilkaya salek e girtî ye. Girtina Kizilkaya tabloya darbeya dewletê nîşan dide. Zext û êrîşên li ser çapemeniyê bi serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê re dest pê kir. Sanaryoya reş î wê demê dest pê kir. Salek e Kizilkaya hêj girtî ye. Ev jî nîşan dide ku pêvajo hêj didome. Gelek caran dema Kizilkaya anîn rûniştina dozê dîsa rastî îşkenceyê hat."
Hacioglu, da zanîn ku dema mijar dibe çapemeniya azad û çapemeniya kurd reng û hêza tuniyê û zextan zêde dibe. Ozgur Gundem û Înan bi hevre bûn yek. Hemû tiştên ku bi serê Înan û Ozgur Gundemê de hatin berê jî bi serê çapemenya kurd de hatibûn. Ev pêkanîn berdewama berê ye û hêj didome. Ji salên 90’an heta niha didome."
DIVÊ KIZILKAYA Û ROJNAMEGERÊN DIN BÊN BERDAN'
Hacioglu, herî dawî destnîşan kir ku azadiya Înan Kizilkaya dê bibe azadiya çapemeniyê û xwest hemû rojnameger û Înan Kizilkaya serbest bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin û wiha got: "Piştî girtina Înan bi dehan hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Ji ber vê yekê ger ku înan bê berdan dê rojnamegerên din jî bên berdan. Azadiya Înan dê rê li pêş azadiya hemû rojnamegeren din jî veke."
76 XEBATKARÊN WÊ HATIN KUŞTIN
Rojnameya Ozgur Gundemê piştî ku di 30'ê Gulana 1992'an dest bi weşana xwe kir, 8 nûçegihan û 19 belavkarên wê hatin qetilkirin. Rojname di 14'yê Nîsana 1994'an de hat girtin û piştî 17 salan 4'ê Nîsana sala borî dîsa derket pêşberê xwendevanên xwe. Rojnameya Ozgur Gundemê ku xwedî serûveneke dûvedirêj e, gelek caran ji aliyê polîsan ve rastî serdegirtinan hat. 30 jê nûçegihan 76 xebatên wê hatin kuştin.
Rojnameya Ozgur Gundemê gelek caran xebatên JÎTEM'ê yên li herêmê û komkujiyên Hîzbullahiyan derbasî rojeva raya giştî kir. Tenê 7 roj piştî dest bi weşana xwe kir Nûçegihanê wê Hafiz Akdemîr hat kuştin. Piştre Ferhat Tepe, Nazim Babaoglu jî di nav de 30 nûçegihanên wê hatin qetilkirin. Rojnameya ku di dema rewşa awarte de qedexe bû bikeve Kurdistanê her tim di hedefê de bû. Di encama kiryarên JÎTEM û Hîzbullahiyan de 76 xebatkarên wê jiyana xwe jidest dan. Rojnameya ku di 17'yê Nîsana 1994'an de bi temamî hat girtin, mîrateya xwe di 28'ê Nîsana 1994'an de dewr Rojnameya Ozgur Ulkeyê kir. 3 Buroyên vê rojnameyê jî 3'ê berfanbara 1994'an hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de xebatkarê Rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn.