ENQERE – Çalakiya “Em karê paş ve dixwazin” li Kolana Yukselê di roja 286’emîn de dewam kir û polîsan dîsa mudaxeleyî çalakgeran kir. Çalakgeran bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da û got: “Hûn ê jî rojekê îxrac bibin lê kes li pişta we tuneye. Hûn dizin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 166’emîn dewam didome. Çalakiya kedkaran a “Em karê xwe paş ve dixwazin” ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û ji bo vegerin karê xwe jî di roja 286’emîn de berdewam dike. Çalakgerên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî lidar bixin lê carek din polîsan mûdaxele kir. Çalakgeran li ber mertalên polîsan ên ku wan dorpêç kirin çalakî lidar xistin û pankarta “Nuriye û Semîh 166 roje di greva birçîbûnê de ne, bila serbest bên berdan” û sloganên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedarin mafdar em ê bi ser bikevin” berz kirin.
DÎSA MUDAXELE Û PANKART ÇIRANDIN
Polîsan mudaxeleyî çalakiyêk ir û pankartê çirand. Li gel mudaxeleya polîsan jî çalakgeran berzkirina sloganan dewam kir. Di vê navberê de welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakgeran. Polîsan bi kişandina kamerayan welatî tacîz kirin.
‘HÛN DIZIN’
Çalakgeran bi van gotinan bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da: “Hevalên me hatin îxrackirin û em li pişt doza wanin. Lê hevalê we hatin îxrackirin kes li pişta wan tune ye. Hûn jî dê rojekî îxrac bibin û wê kes li pişta we tune be. Hûn hemû dizin.”
Çalakî bi berzkirina sloganan û çepikan bi dawî bû.