STENBOL – Parlamentera HDP’ê ya girtî Selma Irmak, bang li gel kir û xwest li dijî talankirina Sûr û Heskîfê dengê xwe bilind bikin.
Parlanemtera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak, rûxandina Sûrê û bi dînamîtan talankirina heskîfê şermezar kir. Irmak ji Girtîgeha Hejmar 2 a Kandirayê nameyek şand û banga xwedî derketinê li gel kir.
Irmak got ku "Li dijî polîtîkayên hikumetê ên li ser Sûr û Heskîfê rawestin" û ev tişt got: "Bajarê Heskîfê yê ku ji şaristaniyên Mezopotamyayaya Jorîn re malovanî kiriye û dilê Amedê Sûr, piştî hikumeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir, dest bi rûxandinê kir."
Irmak çalakiya Wekîlê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî silav kir û piştrast kir ku piştî Heskîf di binê avê de bimîne, dê şopên bi dehan şaristaniyan jî winda bibin û xwest her kes li dijî vê talanê dengê xwe derxe.