Li YE’ê ji bo Tirkiye civîna krîtîk

BRUKSEL - Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropa (NE), têkildarî Tirkiye û hevdîtinên pêşerojê kom dibe. Piştî civîna ku Avusturya dixwaze hevdîtin bi dawî bibin, dê daxuyanî bê dayîn.

Konseya Wezîrên Karên Hundir a Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo niqaşên têkildarî rewşa pêvajoya Tirkiye pêş bixin li hev kom dibin. Avusturya, dixwaze ji ber polîtîkayên AKP’ê yên der barê kurdan û hêzên muxalif de muzakere bên rawestandin û têkiliyên bi tirkiye re bên cemidandin. Wezîrê Karên Derve Stefan Kurz diyar kir ku dijberî vê yekê biryara pêwiste ku bi yek tengî bê dayîn dê weta bike. Ger ku di nava wezîran de lihevhatinek dernekeve diyalogên der barê Tirkiye û YE’ê de dê roja pênceşê (15’e kanûnê) de bê rojeva zîrweya serokdewlet û serokhikûmetan.

Avusturya dixwaze hevdîtin bên qutkirin û Almanya jî dixwaze têkiliyên bi tirkiye re bidomin. Wezîrê karê derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier li dijî daxwazê derket. Steinmeier, xwest rêya diyalogê ya bi Tirkiye re her dem vekirî bê hiştin.

MUZAKERE DÊ ZORÊ LI YE’ê BIKE

Parlamenterê Ewropa yê Partiya Yekîtiya Civaka Xiristiyan a Alman Manfred Weber jî anî ziman ku ger Tirkiye bibe endamê YE’ê dê zorê li YE’ê bike û li dijî endamtiya Tirkiye derkmet. Wezîrê Karên Derve yê Avusturya Kurz anî ziman ku piştî niqaşên wan ên roja duşemê der barê rawestandina muzakereyên endamtiyê de encamek derneket.