AMED – Li çoltera gundê Aşagi Şeyhler ê Çermûgê operasyona leşkerî hat destpêkirin û leşkeran agir bi daristanê xist. 2 rojin daristan dişewite.
Li çoltera gundê Aşagi Şeyhler ê bi ser navçeya Çêrmûga Amedê ve beriya 2 rojan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Gelek leşkeran di operasyonê de cih girt û agir bi daristanê xistin. Hat zanîn ku li çolterê şewat ji ber xwe ve hat vemirandin lê leşker carek din veguhezandin wir û agir bi berê çolterê dan. Li herêmê operasyon û şewata daristanê didome. Leşker nahêlin welatî mudaxeleyê şewata daristanê bikin.