AMED - Rêxistina HDP'e li avahiya HDP'ê ya navçeya Çinarê ya Amedê bi gel re civîn pêk anî.
Rêxistina HDP'ê li navçeya Çinarê bi gel re civîn pêk anî. Civîn li avahiya HDP'ê ya Çinarê pêk hat. HDP'ê piştî Nobeta Wîcdan û Edaletê biryar da ku li 120 navendan civînên gel pêk bîne û dest bi civînên gel kirin. Rêveber û wekilên HDP'ê piştî duh li navçeya Rezan a Amedê civîna gel pêk anîn û îro jî li avahiya HDP'ê ya Çinarê civîn pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca û Ziya Pir tev li civînê bûn. Gelek welatî û endamên HDP'ê jî di avahiyê de kom bûn û civîn pêk anîn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Parlamenterê HDP’ê Pir, di civînê de diyar ku piştî wan li 4 navendan Nobeta Wîcdan û Edaletê pêk anî niha jî dest bi civînên gel dikin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî bal kişand ser peymana Sykes Picot a 100 sal berê û wiha got: "100 sal berê bi vê peymanê sînorên Rojhilata Navîn di nava xwe de parve kirin. Bi vê peymanê Kurdistan kirin çar perçe. Xwestin hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. Lê kurdan bi têkşînek dijwar nirxên xwe parastin û hebûna xwe ava kir. Her dem gelê kurd bê nasname û statu hiştin û dîsa dixwazin bê statu bihêlin û bikin koleyên xwe. Îktîdara AKP'ê dîsa polîtîkaya perçekirin û hilandinê li ser kurdan ferz dike. Lê gelê kurd bûye xwedî zanebûn, hêz û rêxistin û dê destûrê nede ev polîtîkayên bişaftin û perçekirinê bi ser bikevin. Xebatên me yên li dijî faşîzmê dê li gund, navçe û taxan li nava gel û esnafan berdewam bike."