ÊLIH – Der barê Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr ên ji peywira xwe hatin durxistin, biryara binçavkirinê hat dayîn.
Der barê Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel ên ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin, biryara binçav kirinê hat dayîn. Di 15’ê Tebaxê de, polîsan bi ser malên endamên Meclisa Şaredariya DBP’ê Hurriyet Kaytar, Necmî Dîlmaç, Nasir Taş, xebatkarên şaredariyê Îkram Gornu, Azad Çîftî û Ekrem Çelîk û alîkarê hevşaredarên Êlihê Azîz Aksîn de girtibûn û binçav kiribûn.
Dozger piştre der barê Akel û Ozdemîr de jî biryara binçavkirinê girt. Hat diyarkirin ku dema polîs çûn navnîşanên wan dîtin ku ne li navnîşanên xwe ne. Lêpirsîna endamên meclîsa şaredariyê yên li Midûryeta Polîsan a Êlihê tên girtin didome. Têkildarî lêpirsînê hîna tu agahî nehatiye dayîn.