‘Çima nahêlin cenaze rakin'

ŞIRNEX – Li Herêma baregeha leşkarî ya Nayvan di 16’ê Tebaxê de şer derket. Piştî şer cenazeyê gerîllayê HPG'ê li kêleka rê hat dît. Cenazeyê 5 rojin li kêleka rê tê rawastandin, leşker destûr nadin cenaze bê rakirin. Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk têkildarî cenazeyê li erdê tê rawestandin ji Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî.

Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Bîrlîk têkildarî cenazeyê endamê HPG’ê yê di şerê 16’ê Tebaxê de li Gundê Nayvan a Şirnexê jiyana xwe ji dest da û 5 rojin li kêleka rê tê tiştin, bi armanca Wezîr Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê.

'WALÎTÎ: MALBAT DIKARE CENAZE BIGRE'

Bîrlîk, di pirsnameyê de diyar kir ku berîvanên cenaze li herêmê dîtin xwestin defin bikin, lê leşker û cerdevanan destûr nedan. Bîrlîk, dest nîşan kir ku têkildarî bûyerê bi Waliyê Şirnex û Fermandariya Cendirmeya Bajêr re ketin pêwendiyê û ji wan re hat gotin ku tenê malbat dikare cenazeyê xwe bigire.

Bîrlîk di pirsnameyê de ev pirs pirsîn:

“* Gelo agahiya we ji cenazeyê di şerê 16’ê Tebaxê yê li gundê Nayvan a Şirnexê de jiyana xwe ji dest da û 5 rojin li kêleka rê tê hiştin heye?
* Hinceta bi rojan cenazeyek li kêleka rê tê hiştin û destûr nadin definkirinê çiye?

*Kê fermana cenaze 5 rojan li erdê bimîne û neyê definkirin da?

*Heya ku cenaze nebin saziya tipa edlî, testa DNA yê neyê kirin, dê çawan bê zanîn ku cenaze aîdê kîjan malbatê ye?

* Li gel ku cenaze li herêma qada jiyana mirovan e, bi hinceta herêma ewkariyê ye destûr nedana cenaze bê defin kirin çiye.

* Ji bo definkirina cenazeyê 5 rojin li erdê ye, dê hewldanek we ya lêzgîn çêbibe?"