MANÎSA - Di serdegirtina avahiya HDP'ê de bi îdîaya posterên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş delîlên sûcin dest danîn ser.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya HDP'ê ya Saruhanliyê de girtin. Hat zanîn ku hinceta serdegirtinê jî komkirina delîlên derbarê endam û rêvebirên HDP'ê yên di çarçoveya opersyonan de hatine binçavkirin e.
Di lêgerînên li avahiyê de polîsan bi îdîaya delîlên sûcin dest danîn deftera qeydan a endamên partiyê, bîlgiseyarên deftera biryaran, kovar, pirtûk û posterên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.