Rojnameger Mete hat bin çav kirin

ÎZMÎR – Xebatkara Rojanmeya Ozgurlukçu Demokrasî Semîha Mete dema li Bucayê rojname belav dikir hat binçav kirin.

Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Semîha Mete ku li navçeya Buca ya Îzmîrê rojname belav dikir, polîsên sivîl ew binçavkirin. Nehat zanîn ku Mete bi kîjan hincetê hat binçavkirin û birin kuderê.

GEF LÊ XARIBÛN

Polîsan di 24’ê Tirmehê de dema Mete li Konakê rojname belav dikir, bi hinceta der barê wê de gilî heye dabûn rawestandin û gef lê xaribûn.