ENQERE – Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê ku di roja 286’an de domiya, polîsan çardin destûr neda çalakger daxuyanî bidin û li kesê li polîsan mêze kir, xistin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 166’emîn jî domiya. Çalakiya kedkaran a “Em karê xwe paş ve dixwazin” ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û ji bo vegerin karê xwe jî di roja 286’emîn de berdewam kir. Çalakgerên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin, nekarîn Kolana Konurê derbas bikin.
Velî Saçilik, Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Lijneya Rêveberiya Navendê ya (MYK) Adnan Vural û pişgirên wan pankarta “Nuriye û Semîh 166 roje di greva birçîbûnê de ne, bila serbest bên berdan” û dirûşma “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedarin mafdar em ê bi ser bikevin” berz kirin.
‘ÊDÎ MÊZEKIRIN JÎ QEDEXEYE’
Polîsan mudaxileyî çalakgeran kir û pankart çirandin. Polîsan li kesê li wan mêze kir, xistin. Velî Saçilik berdet nîşanî bûyerê da û di daxuyaniya da wiha got: “Êdî li polîsan mêzekirin jî hatiye qedexekirin.