Serokê OSYM Demîr îstîfa kir

ENQERE – Serokê OSYM Prof. Omer Demîr, ji peywira xwe îstîfa kir.
Serokê Pîvandin Hilbijartin û Navenda Bicihkirinê (OSYM) Prof. Omer Demîr diyar kir ku ji peywira xwe îstîfa kiriye. Prof. Demîr dest nîşan kir ku piştî xeletiya OSYM’ê kir, têkildarî îstîfayê ku ji peywirê bê girtin, serî li rayedaran daye. Demîr da zanîn ku wan di sinavên LYS’ê yên di 12’ê Tebaxê de şaşî kiriye.