EDÎRNE - 251 kesên xwestin sînorê Edîrne derbas bikin, hatin binçavkirin û birin Şaxa Penaberan a Polîsan. 2 kesên din jî bi hinceta bazirganiya mirovan dikin li dadgehê hatin girtin.
Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê, 251 kesên xwestin ji naçeyên Keşan, Îpsala û Merîç biçin Awropayê, binçav kirin. 251 kesên welatiyên Sûriyeyê, Nepal, Hindistan, Irak, Filîstîn, Somalî, Afganîstan û Pakîstanê ku xwestin ji ber şer û feqirtiyê birevin Awropayê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê penaber birin Şaxa Penaberan a Midûryeta Polîsan a Edîrneyê. Li aliyê din 2 kesên din jî bi hinceta bazirganiya mirovan dikin li dadgehê, hatin girtin.