BEDLÎS – Di operasyona li gundên Aqunis, Haret, Kekulan, û Xulebir ên Hîzanê didome de, leşkaran di ser malan de girtin û gelek kes kirin binçavan.
Li gundên Aqunis, Haret, Kekulan, û Xulebir ên Hîzana Bedlîsê, leşkeran di ser malan de girtin û gelek kes kirin binçavan. Li gundê Aqunisê Ekrem, Berhem, Fesîh û Abdullazîz Çelîk, Şeref, Aşik, Hazîne, Îsmet, Fahrettîn Gumuş, li gundê Haret Çetîn Akşîn, li gundê Xulebir Ahmet Aktay, Mehmet Sakîn Altın, Muzaffer Altin û li gundê Kekulan jî Alpay Çetîn û Yilmaz Çetîn hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên hatin binçavan kirin birin Qereqola Cendirmeyan a Hîzanê. Di 12’ê Tebaxê de hatibû ragihandin ku heya fermanek din li gundên Aqunis, Haret û mezraya Saribal, gundên Kekulan, Xulebir û mezraya Xûlepîr, gundê Saritaş û mezraya Gedîk, gundê Akşar, mezrayên Aşagikilavuz û Yukarikilavuz, gundê Horozder û mezrayên Balga û Karaagaç hatin qedexekirin.
Operasyona piştî qedexeyê destpêkir hîna didome.