ENQERE - Polîsan Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu li Enqere binçav kir.
Polîsan Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çiçek Otlu li Enqereyê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.
ESP di medyaya civakî de parve kir ku hevseroka wan hatiye binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay bertek nîşanî binçavkirina Çîçek Otlu da û diyar kir ku kesên darbekar her dem êrişa li dijî sosyalîstan ji bo xwe wekî karekî dibine.