SÊRT/DERSIM - Polîsan li Sêrt û Dersimê bi ser avahiyên Şaredariyan û malên Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Hevşara Dersimê Nurhayat Altun de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Tuncer Bakirhan binçav kirin.
Yekîneyên polîsan li Dersim û Sêrtê hemwext bi ser avahiyên şaredariyan û malên hevşaredaran de girt. Di serdegirtina avahiyên şaredariyan û malan de lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtina malan de Tuncer Bakirhan hat binçavkirin.
Li Dêrsimê jî bi ser mala Hevşaredar Nurhayat Altun de girtin û li malê lêgerîn dikin. Tê diyarkirin ku dê Altun ji binçav bikin.