WAN – 40 malbatên Sûriyeyî yên ji şer reviyan û hatin Wanê, nêzî 2 sal û nîv in li kargeriyek ku ji çop û qirêjiyê mirovnikare lê bijî dijîn. Penaberên ku li vê navenda kar dijîn ji ber ritûbetê nikarin nefes bistînin.
Nêzî 40 malbatên ji ber şerê Sûriye koç kirin û hatin Wanê, di çadir û kargeriyên wekî embarê de dijin. Penaberên ku di jêrzemînên kargeriyê bûne wekî çopê û rûyê rojê nabinin de dijîn, tenduristiya wan di talukeyê de ye. Li gorî daneyên Îdareya Koçberiyê ya Wezaretê ya 9'ê Nisana 2017'an de, hezar û 890 Sûriyeyî li Wanê dijîn. Lê li gorî daneyên dijfermî hêjmar zêdetir e. Gelek penaberên Sûriyeyî li park, bin pîran, baxçe, avahiyên hatine valakirin de dijîn.
NÊZÎ 40 MALBAT DI KARGERIYEK QIRÊJ DE DIJÎN
Nêzî 40 malbatên ji ber şerê Sûriye reviyan û hatin li taxa Bahçivan a Rêya Armûşê dijîn di kargeriyek 5 qa a Cihê Karê Komî ya Serhatê de dijîn. Malbatên ku ji ber şerê Reqqa, Himus, Qamişlo, Şam û Halepê reviyan û hatin li vir bi cih bûn, nêzî 2 sal û nîvin di nava şert û mercên pir qirêj de dijîn. Penaberên ku mehê 200 TL kîra didin dikanan tu alîkariyê ji sazî û dezgehên dewletê nagirin. Malbat, bi alîkariya ciranan dijîn. Endamên malbatan ên mêr ku berê dixebitîn, ji ber ku heqê keda xwe nedigirtin niha betal in. Piranî li park, baxçe, li durîşan û nokteyên mizgeftan parsekiyê dikin.
JI BÊHNA GENÎ MIROV NIKAE DERBAS BIBE
Li avahiya 5 qat, welatiyên penaber di 36 dikanên ku wekî qawîşan li hember hev hatine rêzkirin de dijîn. Ji ber hundirê avahiyê tije çop bûye û tavê navîne qirêj zêde ye û bêhna genî belav dibe. Ji ber çopa avahiyê nayê komkirin di jêrzemîna avahiyê de nêzî metreyekê çop bilind bûye û gefê li tenduristiya welatiyan dixwe. Esnafan anî ziman ku ji ber qirêjiya kargeriyê tenduristiya penaberan di bin talûkeyê de ye û gelek caran nexweş dikevin.
Ji penaberan Abdullah Ahmed Hesen, diyar kir ku li vir di nava şert û mercên xerab de dijîn û wiha got: "Em nikarin li cihekî bixebitin. An kar tune. An kar hebe jî em bi erzanî dixebitin. Şaredarî û saziyên dewletê tu alîkariyê nadin me. Şêniyên taxê alîkariyê didin me. Ger ku şer bi dawî bibe em dê dîsa li welatiyên xwe vegerin.