Êdî ronahî Nûriye bêzar dike

ENQERE – Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça di roja 167’an de berdewam dike. Parêzera Gulmen û Ozakça Ayşegul Çagatay, diyar kir ku êdî rewşa tenduristiya muwekilên wê nebaş e û Nûriye ji ber tenduristiya xwe ji ronahiyê bêzar dibe. Bijîşkan jî diyar kirin ku dê camên bi perdeyên tarî çêkin.Çermê wê diweşe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, ji bo dîsa li karê xwe vegerin di roja 167'an de berdewam dike. Gulmen û Ozakça ku girtî li Nexweşxaneya Kampusa Înfaza Sincanê çalakiya xwe berdewam dikin.

Gulmen û Ozakça ku rojê 7 saet mafê wan ê hevdîtinê heye daxistine rojê 2 saetan tenduristiya wan her diçe xerab dibe. Parêzera Gulmen û Ozaka Ayşegul Çagatay, diyar kir ku piştî refaqetvanên wan hatin qebûlkirin êdî Gulmen û Ozakça wekî berê nawestdin û wiha got: "Divê rojê 6-7 lître av û tiştên wekî avê vexwin. Pir zor û zahmetiyan dijîn ku şûşa xwe rakin.

GULMEN: BIJÎŞK GEFAN LI ME DIXWIN

Çagatay, anî ziman ku zextên li ser Gulmen û Ozakça her diçin zêdetir dibin û wiha berdewam kir: "Bijîşkên nexweşxaneya Înfazê dixwazin "Bi zorê mudaxale bikin' Ji ber vê yekê gefan li muwekilên me dixwin. Gulmen diyar kir ku bijîşk ji bo wan derman bikin gefan li wan dixwin û dixwazin dest ji çalakiyê berdin. Lê gulmen, diyar dike ku bi zorê mudaxaleyî wê bikin jî dîsa dema hat ser xwe dê serûmê ji milê xwe derxe û heta mafê xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Êdî tenduristiya Gulmen her diçe xera dibe. Nikare li bin ronahiya zêde bibîne. Êdî çavê wê ranake. Bijîşkan diyar kirin ku ji bo roniyê kêm bikin dê camên bi perde li ber bikin, lê heta niha tu gav neavêtine.

Prz. Çagatay, anî ziman ku her roj daxwaznameya ku Gulmen û Ozakça bên berdan dide, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Çagatay, herî dawî xwest DMME li gorî mafên mirovan gavan bavêji û xwest hemû cemawerî li Nûriye û Semih xwedî derkevin.