ENQERE - Li Geliyê Îmrahorê patronên hespan ji bo pereyan qezenç bikin keyfa mirovan bînin, serê tûra 30 metreyan 10 TL distînin. Ji ber ku patronên rojê 80-90 tûran bi hespan didin avêtin, li ser pişta hespan birînên mezin çêbûne û li hespan îşkence tê kirin.
Li geliyê Îmrahorê ya Enqereyê patron ji bo pereyan hespan didin bezandin. Mirov jî ji bo kêfa xwe li pespan siyar tên. Her tûra 30 metre 10 tl didin. Patronên ku rojê 80-90 tûran bi hespan didin avêtin serê her tûrê 10 tl ji mirovan distînin. Hespên di germa havînê de tî û birçî tên hiştin ji ber zêde di bin mirovan de dibezin li ser pişta wan birîn çêbûne. Hespên rojê nêzî 100 tûrî dide xwe di bin îşkenceyek mezin de dijîn. Hespên ku rojê 800-900 TL ji xwediyên xwe re didin xezençkirin salê 9 mehan dibezin. Hespên di demsala zivistanê de birînên pişta wan rehet dibin, di demsalên buhar havîn û payizê de îşkenceya mirov û patronan wan pêşwazî dike.