Zarokê 12 salî rastî îşkenceya bijîşk hat

AMED - Zarokê 12 salî G.K. ya ji derenceyan ket û rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê, bi hinceta ji derziyê ditirse rastê îşkenceya bijişkan hat. Bêyî G.K. derman bikin ji nexweşxaneyê derxistin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di 14 Tebaxê de zarokê 12 salî G.K. ji derenceyê ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Ji ber ku rewşa G.K. giran bû raste rast sevqê Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê kirin û li beşa Cerahî ya Zarokan hat dermankirin. G.K. ji ber fatereşka xwe bi rojan hat dermankirin û 19 Tebaxê rastê îşkenceya bijîşkan Suat Ç. û hemşîrê bi navê Erol hat. Li gor vegotinên malbata G.K., bijîşk û hemşîre dema xwastin xwînê ji laşê G.K. bigirin ew ji derziyê ditirsiya ye û ji ber ve şekê bijîşkan li wê daye.

DOXTOR ZAROK ÇELPANDIYE

Dayika G.K. da zanîn ku ew jî li ber serî zarokê xwe bû û doxtor û hemşîre ji wî re got “Ez ê wî edeb bikim û tû derbikeve” wî ji odeyê derxistiye. Dayika G.K. got ku ew bi hawara kurê xwe ya ‘Dayê haware, doxtor min kuşt’ dîsa ketiye odeyê de û dîtîye ku doxtor guhê kurê wî dikêşe û çelpandiye.

‘KURÊ MIN RASTÊ ÎŞKENCEYÊ HAT’

Bavê G.K. Tahsîn K. jî anî ziman ew li ser telefona hevsera xwe çûye nexweşxaneyê û bertek nîşanê doxtor daye. Tahsîn K. diyar kir kurê wî rastê îşkenceya doxtor hatiye û wiha vegot: “Her du berzendkên kurê min şûna derziyan şîn bûye. Ev jî nîşaneya îşkenceya doxtor e. Li ser îşkenceyê doxtor kurê min derman nekir û me ji nexweşxaneyê derxist. Her wiha gef li hemşîreyên peywirdar jî xwar. Kîsikê mîzê jî bêbal ji laşê wî derxist.”

Tahsîn K. gilî polîsan dike û kurê xwe jî radike Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û di beşa Cerahiya Zarokan de tê derman kirin.

EMNIYET: ÎŞKENCE YE

Li ser giliya bavê G.K., polîsên Miduriyeta Emniyetê ya Surê buyerê bi îşkenceyê nav kir û daxwaza Rapora Katî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî kir.

RAPOR JÎ NÎŞANEYA ÎŞKENCEYÊ

Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ji rapor amade kir û di raporê de diyar kir ku li ser singê G.K. û li ser her du destên wî şûna derziyan heye. Her wiha di encama îşkenceyê de laşê G.K. de odem derketiye.

BAV: GILÎDARIM

Bav Tahsîn K. bi lêv kir ku doxtor Suat Ç. xwastiye lêborînê ji malbatê bixwaze û derbarê vê yekê de ew tişt got: “Dilê min şewitî. Doxtorek wisa ji zarokê 12 salî bike, dê çi ji zarokên din bike. Heya dawiyê gilîdarim.”

Hat hîn bûn rewşa tendûristiya G.K ber bi başbûnê ve diçe û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî jî tabûrcû bûye.

Li ser îdeayên îşkenceyê beşa Cerahiya Zarokan a Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê jî bersiv ne da telefonan.