ÊLIH - Rêveberê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî Emîn Bulut bertek nîşanî rûxandina Keleya Derbxanê ya Heskîfê da û aşkera kir ku li Newala Sahê de gorên 366 sahabe, neviyê Hz. Muhammed û biraziyê Hz. Elî heye, piştrast kir ku ev êrîş di heman demê de li dijî baweriyan jî pêk tê.
Di çarçoveya Bendava Ilisuyê de gelek herman di binê avê de dihêlin, gelek şikeftên Heskîfê, Keleha Derpxanê ya Heskîfê û şûnwarên dîrokî bi dînamîtan tên rûxandin. Dîmenên vê wehşetê piştî di çapemeniyê de hat weşandin, bertekên li dijî talanê zêde bûn. Keleha Derpxaneyê ya ku bi dînamîtan hat rûxandin, her çendî di binê avê de jî namîne, tê gotin ku dê li ser bender (lîman) bê avakirin. Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salî ye, wekî muzeyeke servekirî ya cîhanê tê dîtin û di krîterên Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO'yê de, ji 10 xwedî 9 krîteran e. Herêma ku bi xetereyek mezin re rû bi rû ye, qasî 400 şikeft, hoyuk, dêr û newalên herêmê di bin xetereya rûxandinê de ye.
Heskîf ji derveyê xetereya Bendava Ilisuyê, di bin gefên rûxandina bi dînamîtan de ye jî û hewldanên ji bo rawestandina bendavê jî berdewam dikin. Rêveberê Komeleya Jiyana Xwezayî Emîn Bulut bi salan e ji bo Heskîf di bin avê de nemîne, têkoşînê dide, da zanîn ku ew van êrîşên li dijî Heskîfê qebûl nakin, piştî Mogollan, talana herî mezin di vê serdemê de pêk hatiye.
‘DÎROKÊ BI DÎNAMÎTAN TALAN DIKIN’
Bulut êrîşa li dijî Heskîfê wekî êkrîşa li dijî xweza, dîrok, çand û mirovahiyê pênase kir û wiha axivî: "Ev nixeqî bi salan e berdewam dike, îro jî Heskîf bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Ev êrîşa li dijî dîrokê ruhê mirovan ditengijîne, her roj mîrateya mirovahiyê li ber çavan tê tunekirin. Li tu derê dîrok ew qas rastî niheqiyê nehatiye. Dixwazin li ser erdnîgariya Mezopotamyayê hemû çand, dîrok, ziman û paşeroja mirovahiyê tune bikin."
‘DÊ LI HEMBERÎ DÎROKÊ HESAB BIDIN’
Bulut got ku "Kesê ev proje ava kir, Serokê Lijneya Zanyariyê û Rektorê berê yê Zanîngeha Êlihê Prof. Dr. Abdusselam Uluçam e" û ev tişt got: "Di çarçoveya raporên wî de îro ev rûxandin pêk tê. Bi raporên derewîn ên kesekî, îro dîrok bi dînamîtan tê rûxandin. Uluçamê ev raporên derewîn amade kirin, îro ji Cemaeta Gulen hatiye girtin. Ev li gorî Qanûna Parastina Jiyana Xwezayî, li gorî Makeqanûnê û li gorî DMME'yê jî sûc e. Ev kesên sûc kirine, bi tu astengiyan re rû bi rû nemane û îro dîroka Heskîfê tê tunekirin. Dê ew kesên ku rapor amade kirin û îro rûxandinê pêk tînin, dê li hemberî dîrokê hesab bidin."
‘HIKUMET KESÎ GUHDAR NAKE’
Bulut destnîşan kir ku Dêra Derbxaneyê, qasî 400 şikeft û hoyuk di qada ku dê di binê avê de bimîne de cih nagire û da zanîn ku dê van qadên dîrokî bi dînamîtan birûxînin, Newala Sahê hilweşînin û tê xwestin ku şikeftan bi xîzê tijê bikin. Bulut diyar kir ku hikumeta AKP'ê guh nade tu bangê jî û bang li gel kir ku li dijî vê talanê têkoşînê mezin bikin.
‘EV ÊRÎŞA LI DIJÎ NEVIYÊN HZ. MUHAMMED JÎ PÊK HATIYE’
Bulut piştrast kir ku li Newala Sahê gorên 366 sahabe, gora neviyê Hz. Muhammed û biraziyê Hz. Elî û Bavê Haydar jî hene û aşkera kir ku ev êrîş li dijî baweriya civakan jî pêk hatiye û wiha pê de çû: "Heskîf mîrateya hevbeş a gelan e. Ev êrîş li dijî hemû şaristaniyên li ser rûyê cîhanê pêk hatiye. Ev ne karê mirovan e. Em wekî xweza hez an, li dijî vê talanê ne, lê ji ber ku em nikarin rawestînin, em ezaba wijdanê jî dikişînin. Divê ji bo Heskîfê tiştek bê kirin, divê her kes li dijî rûxandinê raweste."