AMED – Hevberdevkê Înisiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temzîyuz binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê nirxand û got ku li girtîgehên Wan û Xarpêtê wek girtîgehên pîlot hatine hilbijartin û her cûre êrîşên derûnî û fizikî ji van her du girtîgehan dest pê kiriye û li tevahiya girtîgehan belav bûye. Temîzyuz got ku ev pêkanîn bidomin dê rê li ber raperîn û berxwedanek mezin vebikin.
Li girtîgehên bajarên Tirkiyê û bajarên herêmê binpêkirina mafan di asta herî jor de ye û ev binpêkirin derbasî îşkenceyê bûye. Her cûre êrîşên derûnî û fizîkî li ser girtiyan tê ferzkirin û pergala girtîgehê ber bi kincên yek rengî ve diçe. Hevberdevkê Înisiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temzîyuz behsa rewşa dawî ya binpêkirina mafan û îşkenceya li girtîgehên herêmê kir.
‘ÎŞKENCE JI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR’
Temîzyuz anî ziman ku binpêkirina mafan a li girtîgehan tê jiyîn nêzîkatiyek kûr dide nîşandan û binpêkirina mafan gihîştiye îşkenceyê. Temîzyuz bibîr xist ku rewşa niha li Girtîgehan ji tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan dest pê kiriye û got: “Bi tecrîta li Îmraliyê re pêvajoya hemû vîna girtîgehan dîl bigirin dan destpêkirin.” Temîzyuz got ku hemû pêkanînên dij mirovane yên li girtîgehan piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê zêde bûye û niha jî her girtîgeh vegerandina îşkencexaneyê.
Temîzyuz behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehên bi herêm herêm kir û wiha domand: “Bi taybetî di salek dawî de girtîgehên Wan û Xarpêtê qet ji rojevê neketin. Li hember qada jiyana girtiyan êrîşek heye. Lêgerîna tazî, dema girtiyan dibin nexweşxaneyê hem rastî tacîz û hem jî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Nahêlin ku girtî bi hev re têkiliyê deynin. Li girtîgehan hemû mafên civakî hatine desteserkirin. Hevdîtinên parêzeran bi amûrên gundarkirin û kamareyan qeyd dikin. Heman pêkanîn di hevdîtina malbatan de jî derdikeve holê. Girtiyên li hember van pêkanînan derdikevin cezayê dîsîplînê didin wan. Hem hevdîtina têlefon û hem jî ya asayî bi malbatan re tê qedexekirin. Wan diavêjin yek hucreyê. Ev hemû li aliyekî û girtiyan diavêjin odeyên singêr. Xarpêt mînak e. Heman pêkanîn li hemû girtîgehên herêmê didome.”
‘ÇALAKIYA JINAN PEYAMA BERXWEDANÊ YE’
Temîzyuz destnîşan kir ku heman pêkanîn li Girtîgeha Tîpa T a Wanê jî tê qewimandin û wiha lê zêde kir: “35 jinên li Wanê li dijî van pêkanîna porên xwe qusandin. Destpêka çalakiyek bi vî rengî destpêka berxwedanek mezin e. Rewşa Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji ya Xarpêtê ne cudatir .e”
‘WAN Û XARPÊT HERÊMÊN PÎLOT HATIN HILBIJARTIN’
Temîzyuz bibîr xist ku di demên dawî de ji girtîgehên herêmê gelek girtî sirgûnî girtîgehên Wan û Xarpêtê tên kirin û got ku Girtîgehên Wan û Xarpêtê wek herêmên pîlot hatine hilbijartin û hemû cûre pêkanînên dij mirovane li vir dest pê dikin. Temîzyuz da zanîn ku bi taybetî li girtîgehên tîpên F û T li koxûşên 8 kesî 24 kes dimînin û li koxûşên 3 kesî jî 7 kes dimînin. Temîzyuz diyar kir ku bi piraniya girtiyan an li erdê radikevin an jî bi awayekî dorveger radikevin.
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DI BIN TECRÎTÊ DE NE’
Temîzyuz anî ziman ku bi teyabetî girtiyên li Girtîgeha Şirnexê hemû sirgûnî girtîgehên bajarên Derya Reş kirine û niha jî li Girtîgeha Şirnexê zext û pêkûtî li ser girtiyan didome. Temîzyuz bal kişand ser rewşa tevahî girtiyên nexweş û got ku ji ber girtiyên nexweş diçin nexweşxaneyan li ser wan du qat tecrît û îşkence tê ferzkirin. Temîzyuz destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û 3 mehe girtiyên li Dîlok û Xarpêtê nayên dermankirin û dermanên wan nayîn dayîn.
‘LI HER GIRTÎGEHÊ RUHÊ WAN HEYE’
Temîzyuz kincên yek tîp jî nirxand û ev tişt got: “Divê ku dewlet demildest dev ji van şaşîtiyên xwe berde. 40 sal tecrûbeya gelê kurd a girtîgehan heye. Piştî salên 80’î gelê kurd li dijî zext û pergalê têkoşîn û berxwedanek bêhempa dan meşandin. Zextên îro jî tên kirin dê tu encamê nede. Di serdema Esat Oktay de jî xwestin heman rêbazî bixin meriyete lê encam neda. Dîsa dixwazin pêvajoyek mîna 12’ê Îlonê bidin destpêkirin. Hemû cûre tundiya li ser girtiyan gihîştiye astekê din. Di 12’ê Îlonê de tenê Zîndana Amedê hebû. Lê niha li hemû girtîgehên Tirkiyê kurd hene. Ev hemû bi rûhê Zîndana Amedê dijîn.”
‘KINCÊN YEK RENGÎ DÊ RÊ LI BER RAPERÎNEK MEZIN VEKE’
Temîzyuz kincên yek tîp û yek reng wek ferzkirina feraseta yekperestiyê nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha yek millet, yet welat, yek ziman, yek al dispartin me. Îro jî yek kinc û reng dispêrên me. Rastiya Zîndana Amedê wa li holê ye. Wê demê tenê li Zîndana Amedê li Hejmara 5’emîn berxwedan hebû. Îro li hemû girtîgehên Tirkiyê girtiyên ku rûh, bîrdozî û berxwedana Xeyrî, Kemal û Mazlûman didin meşandin hene. Çawa wê demê yek reng nehat qebûlkirin dê îro jî girtî pêkanîna yek reng qebûl nekin. Dê ev spartin rê li ber berxwedan û raperînên mezin û di heman demê de dê rê li ber komkujiyên mezin veke. Heke ku ev nêzîkatiyên li hember girtiyan bidome, dibe ku di mehên pêş de hemû girtîgeh dest bi berxwedanek giştî bikin. Wê ne AKP ne jî dewleta Tirkiyê ji bin vê berpirsyariyê derbikeve. Dê li hember zordestiyê berxwedan bi ser keve. Mîlîtanên ji bo vîna xwe biparêzin û canê xwe veda bikin 25-30 sale li girtîgehanin. Ger dixwazin bi van spartin û pêkanîna encam bigirin xwe dixapînin.”