AMED - Parlamentera HDP’ê ya bi eslê xwe êzidî Feleknas Uca biryara xweseriya demokratîk a Meclisa Şengalê nirxand û got ku biryar dîrokî ye. Uca anî ziman ku dem ew dem e divê Şengalê ji nû ve bê avakirin û bang kir ku her kesên azadî xwaz xwedî li Şengalê derkevin.
Bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî Şengalê re sed hezaran êzidî bi koçberiyê re rû bi rû man û xwe avêtin çiyayê Şengalê. Êzidiyên 73 ferman derbas kirin, bi avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê re gihişt azadiya xwe. Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê di 20’ê Tebaxê de Xweseriya Demokratîk îlan kir. Parlamentera HDP’ê ya Feleknas Uca biryara Xweseriya Demokratîk û azadbûna êzidiyan nirxand.
‘DIVE GEL BIRYARA PARASTINA ŞENGALÊ BIDE’
Uca biryara xweseriya demokratîk wekî gaveke dîrokî û bi nirx pênase kir û got ku ev hêj biryarek dereng mayî ye. Uca bi bîr xist ku êzidiyan 73 ferman derbas kirine û ji ber vê yekê biryara xweseriya demokratîk ji bo gelê êzidî gelek girîng e û wiha axivî: “Dewletên serdest her tim xwastin êzidiyan bê statû bihêlin. Lê ev biryar dîrokî ye. Heke êzidiyan hêzên çekdarî rêxistin kiriba, fermana 3’yê Tebaxê pêk nedihat. Dem hatiye ku gelê êzidî êdî biryara avakirina pêşeroja xwe bide. Dive di parastina Şengalê de gel biryarê bide.”
‘CIVAKA ÊZIDÎ BINGEHA KURDISTANÊ YE’
Uca diyar kir ku li Şengalê jiyan ji nû ve tê avakirin û wiha pê de çû: “Di milê çand, civak, jin û ciwanan de meclis hatin avakirin. Ya herî giring parastina di pêşengiya jinê de ye. Êdî piştgirî ji biryarê xwe hewce nake, dive her kes xwedî li biryarê derkeve. Ji dîrokê ve gelê êzidî li ser erdnigariya Mezopotamyayê bi komkujiyan re rû bi rû ye. Civaka êzidî bingeha Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê biryar xweseriya demokratîk a Şengalê dîrokî ye.”
‘DEMA JIYANA NÛ HATIYE’
Uca da zanîn ku hêj bi hezeran êzidî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne û axaftina xwe wiha domand: “Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kirî, hêzên YBŞ’ê hebûna, dê komkujiya 3’yê Tebaxê pêk nedihat. Dê jinên êzidî neketana destê çeteyan. Hêj bi hezeran êzidî di konan de ne. Heke civak bi rêxistinî be, biryarên xwe bi xwe bide, dê demê ber bi azadiyê ve biçe. Em xwedî li biryarê derdikevin, ji ber ku dema bi xweseriya demokratîk avakirina jiyana nû hatiye. Civak siyasetê ji navêndê standiye û bi hêz jiyana nû ava dike.”
‘JIN DIKARIN QIRKIRINAN RAWESTÎNIN’
Uca aliyê xweseriya demokratîk a di milê jinê de jî nirxand û wiha berdewam kir: “Ferman û komkujiyên ş, Şengalê li dijî jinan pêk hat. Jin du caran ji komkujiyan re hat derbaskirin. Bi kotaya jinê em dikarin qirkirina li dijî civakê rawestênin. Heya jin azad nebe, civak azad nabe. Di serî de dive jin azad bibe û piştre jî civak azad bibe. Dîsa jin dê parastinê ava bikin û dê tola jinên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin jî bistênin.”
‘DIVE BAXDA Û RÊVEBERIYA BAŞÛR BIRYARÊ NAS BIKE’
Uca ji bo ji nû ve avakirina Şengalê jî banga xwedî derketinê li tewahiya cîhanê kir û ev hişyarî ji li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kir: “Êzidiyan li dijî çeteyên hov têkoşîn da û azadiya xwe misoger dikin. Ji ber wê dive rêveberiya Hikumeta Başûr û Bexdayê biryarê nas bike. Ji bo azadiya êzidiyan dive mafên wan bê dayîn. Heya îro êzidî bê statû hatin hêştin. Baas û Seddam jî êzidî bê statû hiştin, rêveberiyên Hikumeta Başûr û Baxda jî êzidiyan bê statû dihêle. Dive êdî ev biryar bê naskirin.”