Di qezayê de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest da

AYDIN - Li navçeya Nazîlliyê maşîneya ji piştê ve li TIR’ê qelibî, 4 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan.

Maşîneya bi plaqeya 09 NY 785 a rêwiyan ku Aydin Kabak (21) dajot, ji piştê ve li TIR'a bi plaqeya 20 D 1973 a ku Sefa Oncul dajo qelibî. Hat diyarkirin ku qeza li navçeya Nazîlliyê ya Aydinê, li ser rêya di navbera Aydin-Denîzliyê, li Duryana Îsabeyliyê qewimiye. Li ser agahiyên welatiyên li derûdorê, polîs, ekîbên tenduristiyê, cendirme û îtfaye sewqî herêmê hat kirin.

Di mudaxaleya ekîbên tenduristiyê de derket holê ku ajovanê maşînê Kabak, Oguzhan Uslu (20), Îbrahîm Gogebakan (20) û Yarkin Kaya (21) jiyana xwe ji dest dane.

Ajovanê TIR'ê Oncul hat binçavkirin. Hat gotin kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane, xwendekarên zanîngehê ne.