Rejîma Îranê kurdek li ser sînor qetil kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Kolberê ji bajarê Makoya Urmiyê, di encama gulebarana leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Rejîma Îranê ya ku di wehşetên li dijî kurdan de tu sînoran nas nake, bi cezayê darvekirinê, bi polîtîkaya birçîkirinê sûcê mirovahiyê li dijî kurdan dike. Gelek kurdên ku li ser sînor bazirganiyê dikin, di hedefa pastarê Îranê de ne. Hat gotin di 20’ê Tebaxê de li gundê Yarimqî ya bajarê Makoyê, welatiyek li ser sînor hatiye kuştin. Navçeya Makoyê ya girêdayî bajarê Urmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê ye, dikeve ser sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê. Kolberê bi navê Wecîd Dewletxa yê 17 salî di encama gulebarana rejîma Îranê de bi giranî birîndar bû. Ji ber giraniya birîna wî, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ji sere sala 2017’an heya niha, li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê 15 kolber di encama gulebarana rejîma Îranê de hatine kuştin û 27 kolber jî birîndar bûne.

Rejîma Îranê ya ku wekî dewleta tirk di hovîtiya li dijî kurdan de tu sînoran nas nake, heta niha bi tu awayî kujerên bûne sedema mirina welatiyan ceza nekiriye.