MÊRDÎN - Dayîka Rojvanê 5 mehî Leyla Eleftoz Baran a 3 meh in bi Rojvan re li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî bû hat berdan.
Doza Leyla Eleftoz Baran a ku dema ji bo sersaxiyê ji navçeya Qoser ya Mêrdînê diçû Amedê hat binçavkirin û 11 îlonê bi hinceta "Endama rêxistinê" hat girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di rûniştina 1'emin de Baran û zarokê xwe yê 5 mehî Rojvan 3 meh in li girtîgehê girtî, Malbat û parêzer tevlîbûn. Piştî parastina parêzer û Eleftoz heyeta dadgehê biryara berdana Eleftoz da.
Li bendê ye ku saetên pêşiya me de dayîk Leyla Eleftoz û Rojvan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê werin berdan.