SÊRT – Ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di nav de Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê Abdullah Çetîn jî heye 37 girtî sirgûnî Panos û Gumuşhaneyê kirin.
Ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê 37 girtî duh serê sibê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Di nav girtiyên hatin sirgûnkirin de Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê Abdullah Çetîn ê ku 22’ê tîrmehê hat girtin jî heye. Li gel Çetîn 26 girtî sirgûnî Girtîgehên Tîpa L a Panosê hatin kirin. 11 girtiyên din jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê hatin kirin.
Sirgûnkirina girtiyan li ser agahdarkirina malbatan a bi têlefonê hat hînbûn. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê beriya niha jî bi dehan girtî sirgûnî girtîgehên cuda hatibûn kirin.