Gotin ‘Bi qaymeqam re civîn heye' gazî wan kirin, ew binçav kirin

BEDLÎS - Li navçeya Xîzanê bi hinceta 'Dê bi qaymeqam re civîn bê giritn' ji 3 gundan bangî welatiyan kirin, 14 kes hatin binçavkirin.

Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Xîzanê duh li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê bi hinceta "Dê qaymeqam bi we re civînê pêk bîne" ji 3 gundan bang li 30 kesî kir, kesên çûn qaymeqamiyê 14 kes hatin binçavkirin. Ji 12'ê Tebaxê ve li gundên wekî Xulatur, Kekûla û Aqunusê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin, bi rêya telefonê li keyayên gundan geriyan û kesên navên wan derbas dibû bangî qereqolê kirin.

Bi hinceta "Dê qaymeqam bi we re civînê pêk bîne" bang li gundiyan kirin, 3 jê keya, 30 kes demekê li salona civînê rawestandin. Piştre lîsteya navan a ku hatibû amadekirin hat xwendin, ji kesên navên wan derbas dibû hat xwestin ku ji salonê derkevin.

Yek ji wan jin, 14 kes duhve bi îdiaya "Alîkarî dane rêxistinê" di bin çavan de tên girtin.