AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku serowekîla partiya wan Demîrel "bi biryara bê îmze û bêdestûr" hatiye binçavkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, derbarê binçavkirina serokwekîla koma HDP'ê Çaglar Demîrel de, di hesaba xwe ya twîtterê de daxuyaniyek da û wiha got: "Serokwekîla koma me Çaglar Demîrel bi biryarek ku dîroka duh li sere û bê îmze û bêdestûre hatiye binçavkirin û li Amedê di bin çavan de ye."
ÎDÎANAMEYA DERBARÊ DEMÎREL DE
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî destnedana parlamenterên HDP'ê hatin rakirin derbarê Demîrel de piştî îdîaname hat amadekirin, doz hat vekirin û Demîrel di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin. Di îdîanameya ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, 11 daxuyaniyên Demîrel ên di 2015-2016'an de li Amedê dayîn wekî sûc tên hesibandin.
Di îdîanameyê de, ji Demîrel re bi sûcdariya "endama rêxistinê ye", "propagandaya rêxistinê kiriye" û "tevlî daxuyanî û meşên qedexe bûye û ligel hişyariyan jî belev ne bûne" ji 10 heta 23 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ji bo Demîrel bê yekemîn rûniştana dozê ya Sibatê biryar dabû ku jê re nivîsekê bişînin. Dozger di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyê nivîs ji Demîrel re şand lê Demîrel neçû û îfade neda.
Demîrel ku ji Enqereyê anîn Amedê, li Midûryeta Polîsan a Amedê tê ragirin. Tê payîn ku Demîrel piştî saetên nîvro derxînin dadgehê.