REQA - Hemleya rizgarkirina Reqa di roja 78`an de bi hemû hêza xwe didome. Di şerê li taxan de 41 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Şerê ku QSD'ê di çarçoveya Cenga Mezin de li Reqqa li dijî DAIŞ'ê daye destpêkirin di roja 78'an de didome. Şevê din li aliyê rojhilat li taxa Mensûr şer derket. Di şer de 9 DAIŞ hatin kuştin, termê wan tevlî çekên wan ket destê şervanan.
Li taxa Reşîd jî şerekî giran qewimî û di şer de 8 DAIŞ hatin kuştin. Li vir jî cenazeyê DAIŞ'îyekî ket destê şervanan. Gekek SPG-9, BKC, Kilêş ku endamên DAIŞ'ê li ser elektirîkê dixebitandin hatin bidestxistin.
Li taxa Berîd ya bakur-rojavayê bajêr şervanan derbên giran li DAIŞ'ê xistin. Di encamê de 9 DAIŞ hatin kuştin.
Li taxa Mirûr a rojavayî bajarê jî şervan pêşve çûn, şer derket û di encamê de 10 DAIŞ'î hatin kuştin. Li vir jî termê 2 DAIŞ'yan ket destê şervanan.
Dîsa li taxa Nehda ya rojavayî bajêr jî şer derket û li vir 5 DAIŞ'î hatin kuştin.