WAN – 6 girityên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê rastî îşkenceya gardiyanan hatin, 3 roj berê sewqî girtîgehên din kirin.
Girtîgeha Tipa T ya Wanê, her dem bi îşkence, binpêkirina mafên mirovan di rojevê de ye. Girtiyên jin ên Girtîgeha tîpa T a Wanê çend roj berê rasti îşkenceyê gardiyan û rêveberên girtigehên hatibûn. Jinên girtî ku rastî lêdan û îşkenceyê hatin, bi armanca îşkenceyê şermezar bikin porê xwe qusandibûn. Hat zanîn ku 3 roj berê 6 girtiyên jin hatin sirgunkirin. Jinên hati sirgûnkirin wiha ne: Saîme Avşîn, Nerîman Urar, Yildiz Tekîn, Yildiz Şedal, Gullu Kara, Melek Yalçîn û Rojda Topçu.
Nehat zanîn ku girtiyên jin sirgûnî kijan girtîgehê kirine.