HATAY – Li Girtigeha Tîpa M a Îskenderunê lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin û weşanên kurdî nadin girtiyan.
Li Girtîgeha Tîpa M a navçeya Îskenderuna Hatayê, lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin. Birayê Tevbûn Mîmkara Çerko Mîmkara berî hefteyekê bi rêya telefonê diyar kiribû ku qadên hevpar ên girtîgehê tên girtin û wiha got “Weşanên kurdî hatin qedexekirin. Destûrê nadin amûrên kirtasiyê bikirin. Polîs ji derve tên girtîgehê, girtiyan dibin û îşkence li wan dikin. Di lêpirsînê re derbas dikin. Lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin. Dest datînin ser nameyên wan.”
Mîmkara da zanîn ku mafê birayê wê yê di hefteyekê de derxînin telefonê heye, lê ji 2 hefteyan carekê wî derdixwînin telefonê. Mîmkara ji bo bi binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe bang li rayedar û raya giştî kir ku bi hestiyarî tev bigerin.