Li Amedê lez dane çêkirina qereqolan

AMED – Li navçeya Rezan qereqola polîsan a li ber park û dibistanê hat avakirin xebata wê bi dawî dibe.

Yek ji bajarên ku herî zêde ji Rewşa Awarte (OHAL) bandora neyînî digire Amed e. Li çar aliyên Amedê qereqolên polîsan tên çêkirin û nokteyên polîsan tên danîn. Qereqol û kalekolên tên çêkirin bi taybetî li navçeyên Sûr û Rezanê hatin avakirin. Projeya van qereqol û kalekolan di nav salek dawî de hat amadekirin.

LI BER PARK Û DIBISTANÊ QEREQOL

Qereqola polîsan a ku li Duriyana Batikenta Rezanê tê çêkirin balkêş e ku li ber Dibistana Seretayî ya Yunus Emre û Parka Koşuyolu hatiye avakirin û xebata wê dawî dibe. Rayedarên Midûriyeta Polîsan a Amedê li avahiya qereqolê lêkolîn pêk anîn. Hat zanîn ku dê di demek kin de qereqol bê vekirin.

Beriya niha jî li Rezanê navendek tenduristiyê hatibû xerakirin û dê li şûna wê qereqol bihata avakirin. Ji bo qereqol neyê çêkirin welatî daxwazname dan ku qereqol neyê çêkirin. Ji ber daxwaznameyê bangî welatiyan kirin û li qereqolek polîsan îfadeyê wan hatibû girtin. Li şûna cihê navenda tenduristiyê xerakirin hêj tu avahiyek nehatiye çêkirin.